​​​​​​​Artêşa Tirk gundê Hoşeriyê yê Minbicê topbaran dike

Piştî gundê Ereb Hesen, artêşa Tirk a dagirker gundê Hoşeriyê yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundê Hoşeriyê yê Minbicê topbaran dike
2 gulan, 2021   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker ji baregeha li gundê Qîrata yê bakurê bajarê Minbicê, gundê Hoşeriyê yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê bi hawnan topbaran dike.

Beriya çend saetan artêşa Tirk gundê Ereb Hesen ê Mezin jî da ber topan.

ANHA