​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Fehed Heman di êrişeke şaneyan de li bajarokê Til Koçerê şehîd bû.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
2 gulan, 2021   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Endamê hêzên me li Til Koçerê Fehed Hemad El-Mihemed di 1’ê Gulanê de di encama êrişeke şaneya terorîst de li ser rêya Siyasî ya Til Koçerê şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nav û paşnav: Fehed Hemad El-Mihemed

Navê dayikê: Şemse El-Sefok

Cih û dîroka tevlêbûnê: Til Koçer 20.02.2017

Cih û dîroka şehadetê: Til Koçer 01.05.2021

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiya ji malbata şehîd Fehed re dixwazin û bejna xwe li hember kedên şehîdên ku canê xwe di oxira parastina xak û gelê xwe de daye, ditewînin. Em soza xwe ji malbatên şehîdan re û gelê me bi hemû pêkhateyan nû dikin ku parastina wan bikin û rêça şehîdan heta pêkanîna armancên wan ên aştiyane bişopînin."

(fr)

ANHA