​​​​​​​‘Siyasetên derxistina fitneyê bi kêr nayên, çareserî diyalog e’

Rûspiyên eşîrên Kurdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku siyasetên hikumeta Şamê xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê nakin û teqez kirin hikumeta Şamê carek din bi bin ketiye û çareserî tenê bi diyalogê pêkan e.

​​​​​​​‘Siyasetên derxistina fitneyê bi kêr nayên, çareserî diyalog e’
3 gulan, 2021   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN- EHEMED MIHEMED

Hikumeta Şamê bi rêya çeteyên xwe yên Dîfaa El-Wetenî ji destpêka aloziya Sûriyê ve di Adara 2011`an de, hewl dide fitneyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxe. Hewldanên wê herî dawîn li taxa Teyî ya başûrê bajarê Qamişlo bû.

Hikumeta Şamê bi rêya wan çeteyên xwe di siyasetên xwe de ji bilî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gelek bajar û parêzgehên Sûriyê bi ser ket. Bûyera 27`ê Nîsana borî li taxa Teyî rû daye, yek ji mînakên wê yekê bû. Ji ber ku şêniyên van herêman xeta sêyemîn a li ser bingeha parastina rewa, biratiya gelan û jiyana hevbeş û dûrketina ji her du aliyên şer, esas girt.

Bûyerên taxa Teyî (di 20`ê Nîsana borî de) li ser êrişa çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li dijî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehdê ya başûrê Qamişlo ku di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû, dest pê kirin.

Mezinê eşîra Teyî ya Kurd Hewas Cidêi teqez dike ku êrişa çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê, domahiya siyasetên hikumeta Şamê yên derbkirina jiyana hevbeş û aramî û îstiqrara herêmê ye, da ku sûdê ji rewşa tevlîheviyê bigire û ji nû ve serweriya xwe ferz bike.

He was Cidêi ji ANHA`yê re wiha axivî: “Bûyerên taxa Teyî ji valahiyê nehatin. Ew bûyer berdewama plana rejîma Sûriyê ne. Dîfaa El-Wetenî tenê amûreke ji bo pêkanîna vê erkê û vê siyasetê ye. Gelek armancên wan hebûn, ya sereke derbkirina aramî û îstiqrarê û derxistina fitneyê ji bo lawazkirina Rêveberiya Xweser. Lê belê ew bi bin ket.”

Cidêi li ser encamên wê siyasetê û helwesta eşîran ev tişt gotin: “Ji ber nêzîkatî û yekitiya nîştimanî ya eşîrên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr û pêkhateyên din ên herêmê de, ew siyaset bi bin ketin. Ji ber ku her kesî ferq kir ku tenê rejîmê wê sûdê ji van lîstokan bigire. Mînaka vê jî kuştina şêx Hayis El-Ciriyan e, ku bi armanca derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de hate kuştin.”

Cidêi destnîşan kir ku hikumeta Şamê û çeteyên wê yên Dîfaa El-Wetenî çiqasî hewl bidin û çi rêbazan bi kar bînin jî dê nikaribin vîn û îradeya pêkhateyên herêmê bişikînin û got şêniyên herêmê bi felsefeya jiyana hevbeş û biratiya gelan bawer in.

Rûspiyê eşîra Harûn a Kurdan a li herêma Cizîrê Osman Îbrahîm jî da zanîn ku kiriyarên rejîma Şamê yên bi rêya çeteyên Dîfaa El-Wetenî xizmeta gelê Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê nakin, berovajî wê aloziyê kûrtir û dirêjtir dikin.

Îbrahîm diyar kir ku tişta hikumeta Şaamê pêk aniye dikeve ximeta delwetên destwerdanê li Sûriyê dikin û wiha lê zêde kir: “Divê her kes vê yekê zanibe. Heke ev siyaset bi ser ket, Kurd û Ereb wê her du zirarê bibînin.”

Îbrahîm destnîşan kir ku divê rastiya wan siyasetan bê nasîn û li ser wê esasê bê tevgerkirin û ji bo gihaştina çareseriyê divê diyalog esas bê girtin.

Osman Îbrahîm bang li eşîran kir ku refên xwe bikin yek û li hemberî hemû hewldanên parçekirina pêkhateyan û derxistina fitneyê bisekinin.

Îbrahîm got: “Divê eşîr û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyên herêmê di pratîkê de ji bo bidawîkirina wan hewldanên li dijî şêniyên herêmê, kar bikin. Daxuyanî û şermezarkirin tenê têrê nake, divê yekser tevbigerin da ku wan siyasetan eşkere bikin û gelê herêmê hişyar bikin.”

Îbrahîm bang li her kesî kir ku bi ruhê bi berpirsiyarî tevbigerin û civakê ji wan siyasetan hişyar bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Yekitiya pêkhateyan hewldanên rejîmê yên bi rêya çeteyan li taxa Teyî ya Qamişlo, vala derxistin. Ev dê derfeteke nû be da ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî li xwe vegerin û zanibin ku ew wekî amûr ji bo derbkirina hevgirtina nîştimanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên bikaranîn.”

(cx)

ANHA