Hêzên hikumeta Şamê bajarokê Um Batina kir armanc

Çekdarên nenas êrişî bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê a nêzî sînorê bi Colana dagirkirî re kir. Li ser wê yekê hêzên hikumetê êrişî bajarokê Um Batina yê gundewarên Quneytîrayê kir.

Hêzên hikumeta Şamê bajarokê Um Batina kir armanc
1 gulan, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh çekdarên nenas êrişî benda kontrolê ya li derdora gundê Ciba yê hêzên hikumeta Şamê ya nêzî sînorê bi Colana dagirkirî re, kir.

Bi wê hincetê hikumeta Şamê duh bi şev bajarokê Um Batina yê gundewarên Quneytîrayê bi moşekan topbaran kir. Ji ber tirsa ku hêzên hikumetê derbasî bajarokê bibin, gelek şêniyên bajarok jê derketin.

(dx)