Ciwanên Kobanê: Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê hebûnê ye

Ciwanên şoreşger ên herêma Firatê piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da û got, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê hebûnê ye.

Ciwanên Kobanê: Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê hebûnê ye
1 gulan, 2021   09:22
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

Ji 23'yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û hewl dide van herêman dagir bike.

Van êrişan hêrsa gelê herêmê, bi taybet ciwanan rakir, lê civaka navneteweyî û hikumeta navendî ya Iraqê bê deng ma. Li ser vê çavdêr dibêjin ku artêşa Tirk a dagirker erêkirinek wergirtiye ji lew re van êrişan pêk tîne.

Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û got, armancên dewleta Tirk a dagirker diyar in ku şerê kurdan bike û hebûna wan tune bike.

Xunav Xelîl da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker a ragihandina şer li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jihevxistina parçeyên Kurdistanê ye ku bi rêya çiyayan bi hev ve girêdayî ne û got: "Serwerkirina vê herêmê tê wateya serwerkirina navenda berxwedana kurdî ku gerîlayên HPG`ê raber dikin."

Xunav Xelîl ev xal rêz kir: "Dewleta dagirker roja salvegera komkujiyên ku Osmaniyan pêk anîn, hilbijart da ku êrişî herêmê bike, bi vê yek dixwaze bibêje ku ew siyaseta bapîrên xwe yên Osmanî berdewam dike."

Xunav Xelîl destnîşan kir ku çawa ku dewleta Tirk a dagirker li Heftanîn û Garê bi saya berxwedana gerîlayan bi bin ket dê dîsa jî bi bin bikeve.

'HIŞÊ XWE WINA KIR, JI BER VÊ YEKÊ ŞER RAGIHAND'

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Mihemed Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk şerê taybet li dijî gelên herêmê bi taybet li dijî çînê ciwanan da meşandin, lê bi bin ket û wiha got: " Dewleta Tirk a dagirker ji bo gelê herêmê serî bitewîne hemû rêbaz bi kar anîn, nexasim li hemberî ciwanan, hemû rêbazên şerê taybet da meşandin, da ku ciwanan bike ajan wan bertîl kir û hebên hişbir da wan, lê dîsa jî di vê yekê de bi bin ket. Ji ber vê binkeftinê û binkeftina xwe ya li Garê hişê xwe winda kir, lew re mala rêbertî ya li gundê Elpelûrê bombebaran kir, her wiha li nêzî sînor dest bi kolandina xendeqan kiriye û ji beriya çend rojan jî şer li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand."

Mihemed Mehmûd destnîşan kir ku armanca ragihandina şer li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şikandina berxwedana li wir e, dagirkirina erdnîgariya herêmê ye û xêzkirina nexşeyeke nû ye. Mehmûd piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da û got:  "Em bi gerîlayan re ne û  em amade ne tev li wan bibin û piştgiriya wan bikin. Em ji wan re dibêjin; hûn hêviya me ya şikantina dewleta Tirk a dagirker in."

Mehmûd di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li ser bajarê Qamişloyê û wiha domand: "Hevkarî di navbera çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li Qamişloyê û dewleta Tirk a dagirker de heye, her duyan di heman demê de li herêmên kurdî şer ragihand, di encamê de her du hewl didin zextê li hêzên wan bikin"

ꞌEM LI HEMBERÎ ŞERÊ HEBÛNÊ NEꞌ

Li aliyekî din Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Elî Ehmed jî axivî û got dewleta Tirk a dagirker li pêşiya çavên civaka navneteweyî sûcan pêk tîne, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, malên sivîlan topbaran dike û gundan wêran dike. Elî Ehmed bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bike, xwe nespêrin civaka navneteweyî û hêzên hegemonîk.

Elî Ehmed di dawiyê de got: "Ji beriya sedsalekê ve civaka navneteweyî herêm parçe kiriye û rê li pêşiya dewleta Tirk vekir  ji bo ku êrişî herêmên kurdî bike, bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê. Lê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî kurdan heta niha tu dewletan helwestek nedane. Ji lew re em bang li kurdan kir ku piştgiriya gerîlayên HPG`ê bikin, ji ber ku em li hemberî şerê hebûn û nebûnê ne."

(eh)

ANHA