​​​​​​​Meclisa Cinêvê pêşnûmeya têkildarî bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li Sûriyê erê kir

Meclisa Kantona Cinêvê ya Swîsreyê pêşnûmeya têkildarî bidawîkirina zextên dewleta Tirk a li ser Kurdan û muxalefetê, pêşwazîkirina daxwazên girtî û bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li Sûriye erê kir.

​​​​​​​Meclisa Cinêvê pêşnûmeya têkildarî bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li Sûriyê erê kir
1 gulan, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşnûme Cotmeha 2019’an hatibû amadekirin ûbal kişandibû ser zextên li dijî Kurdan.

Pêşnûme ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan ve hate lêkolînkirin, piştî nêrînên Kurdan hatin guhdarkirin, duh li Meclisa Kantona Cinêvê de hate erêkirin.

Pêşnûme balê dikişîne ser van mijaran:

“Mexdûrên zexta tundiyê yên li Tirkiye Kurd in.

HDP jî di nav de, gelek muxalîf hatine girtin.

Mercên girtiyên siyasî yên Kurd jî di nav de, mafên mirovan û demokratîk bi awayekî zêde ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin.

Divê greva birçîbûnê ya bi hezaran kes ketinê, bê bersiv nemîne.

Ji bo azadiya girtina, ji bo tedbîrên dîplomatîk kar bê kirin.

Divê destek bê dayîna çalakiyên civaka Kurd û hêzên demokratîk ên Cinêvê.

Divê Konseya Ewropayê ji bo rêz ji mafê gelê Kurd re bê girtin, xebatê bike.”