Şêniyên Helebê: Êrişa li dijî mala rêbertî berdewama komployê ye

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku ew bi fikirê rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û teqez kir ku tecrîda li ser rêbertî li pêşiya têkoşîna ya li ser şopa wî nabe asteng.

Şêniyên Helebê: Êrişa li dijî mala rêbertî berdewama komployê ye
1 gulan, 2021   07:58
HELEB-ARÊF SILÊMAN

Dewleta Tirk ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne ku di 15`ê Sibata 1999`an de bi komployeke navneteweyî bi rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, piraniya dewletên Yekitiya Ewropayê û welatên Afrîkayê dîl girt.

Di vê dawiyê de û ji ber zextên gel li Kurdistan û cîhanê dewleta Tirk destûr da ku birayê rêber Abdullah Ocalan Mihemed Ocalan bi rêya telefonê bi pê re biaxive, lê desthilata Tirk piştî 5 deqeyan hema telefon birî.

Li Kurdistan û cîhanê bertek û nerazîbûnên li hemberî tecrîda ku dewleta Tirk bi erêkirin û perspektîfên civaka navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriyê zêde dibin.

Di vî warî de şêniyê bi navê Ehmed Bîrhat destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim rêber Abdullah Ocalan hedef digire û got: " Ji ber ku rêber Ocalan nûnertiya projeya demorkatîk û projeya biratiya gelan dike, projeyên wî ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye."

Bîrhat êrişa li dijî mala rêbertî ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê bi berdewama komploya navneteweyî bi nav kir û wiha domand: “Piştî ewqas sal li ser derbasbûna rêbertî ji Sûriyê, dewleta Tirk mala ku lê dima bombebaran kir. Ev yek îsbat dike ku dewleta Tirk hesabê her tiştekî girêdayî rêbertî dike. Hemû gelên herêmê bi fikir û felsefeya wî ve girêdayî ne û hewldanên Tirkiyê bi ser nakevin.”

Şêniya bi navê Laman Şêxo jî tecrîd şermezar kir û got: “Dewleta Tirk ji girankirina tecrîdê armanc dike vîn û berxwedana gelê Kurd bişkîne. Fikir û felsefeya rêbertî di bîrê me de zindî ne. Ji bo ku dewleta Tirk a dagirker nagihêje armancên xwe, Em dê tê bikoşin.“ 

Şêniyê bi navê Omer Mihemed got: “Dewleta Tirk a dagirker tu carî kurdan qebûl nake. Dewleta Tirk mala ku rêbertî lê dima kir hedef, bi vê yekê dixwaze vîna kurdan dike hedef.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KcoGOkPWFqg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>