Netanyahu xwest dema avakirina hikumetê were dirêjkirin

Serokê partiya Likud û serokê hikumetê Benjamin Netanyahu piştî ku Benny Gantz red kir ku tev li hikumeta hevbeş bibe, ji serokkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin xwest ku dema ku ji wî re ji bo avakirina hikumeta nû hatiye dayîn, dirêj bike.

Netanyahu xwest dema avakirina hikumetê were dirêjkirin
1 gulan, 2021   08:38
XEZA

Li gorî malpera Ynet a Îsraîlî ku tenê çend roj ji dema ku dane Netanyahu mane, piraniya texmînan di sîstema siyasî de diyar dike ku Rivlin dê dirêjkirina demê ji Netanyahu re red bike.

Girêdayî mijarê Kanal 12 a Îsraîlê ragihand ku serokê Partiya Şîn-Spî Benny Gantz pêşniyarek ji Netanyahu re biriye ku serokatiya hikumetê bi dorê were kirin û serokê hikumetê yê yekemîn ew be û Netanyahu ev pêşniyar red kiriye.

Li gorî kanalê Gantz ji Netanyahu re tekez kiriye ku dê hevkariyê bi wî re di hikumetan de neke.

(bx)