Koçberên Efrînê: Êriş vîna me naşkîne

Koçerên Efrînê soza domandina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê dan û gotin, êrişên domdar ên dagirkeriya vîna wan naşkîne.

Koçberên Efrînê: Êriş vîna me naşkîne
1 gulan, 2021   07:32
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Roja 29'ê Nîsanê droneke bi tîpa PD1 a girêdayî dewleta Tirk a dagirker girê navçeya Til Rifetê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn. Hemwextî bombebaranê, derdora navçeyê, gundên Merenaz, Malikiyê û Şewarxa yên navçeya Şerayê topbaran kir.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker bi dronan êrişî navçeya Til Rifetê dike. Di 21'ê Nîsanê de malên sivîlan ên derdora girê navçeyê bomebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Di 14'ê vê Nîsanê de, droneke dewleta Tirk a dagirker belavok li Til Rifetê belav kir, di wan belavokan de gef li şêniyên navçeyê dixwar ku tavilê ji navçeyê derkevin. Armanca wê ji vê yekê ew e ku şêniyan bitirsînin. Di heman dema belavkirina belavokan de, hêzên Rûsyayê vegeriyan nuqteyên xwe yên li navçeyê ku jê vekişiya bûn.

Şêniyên kantona Efrînê yên ku li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi cih bûne, bertekên tund nîşanî êrişên dewleta Tirka  dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên navçeyê dan.

Li navçeyê zêdetirî 16 hezar şêniyên Efrînê lê dimînin. Şêniyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker şerê taybet li dijî wan dimeşîne da ku wan neçarî koçberiyê bike. Her wiha teqez kir ku ew ê berxwedana li hemberî dagirkeriyê bidomînin.

Şêniyê bi navê Birîm Hesen got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst çi ji me dixwaze û Tirkiyê dixwaze çi bike? Em hemû bi hêvî ne ku vegerin Efrînê. Artêşa Tirk a dagirker em bi zorê ji Efrînê derxistin kantona Şehbayê, ma ne bes e heta vê kêliyê êrişê me dikin, bi balafirên bêpîlot an jî bi rêya obusên giran raste rast me dikin hedef."

Hesen anî ziman ku hin dewletên hegemon şirîkê dagirkeriya Tirk in û destên wê di qirkirina kurdan de hene.

Birîm Hesen diyar kir ku bi darê zorê ji warê xwe hatine koçberkirin û xwestin li kêleka hev bin û li hemberî mercên zehmet hevgirtî bin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê berxwedana xwe ya li hemberî dagirkeriya Tirk û hêzên navneteweyî bidomînin heta vegerin warê xwe.

Birîm Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Em di mayîna li Til Rifetê de bi israr in, em ji Şehbayê dernakevin, divê dewleta Tirk vê yekê baş bizanibe ku em ê di demeke nêzîk de dagirkeran li Efrînê tune bikin."

Şêniya bi navê Zeyneb Ereb jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi domdarî navçeya Til Rifetê topbaran dike, topên wê tirsê dixe nav zarokan.

Zeyneb Ereb her wiha got: "Em di wê baweriyê de ne ku tu kes alîkariya me nake, em xwe naspêrin tu hêzên navneteweyî û hêviyên xwe naspêrin Rûsya, em hêza xwe ji xwe digirin, em ê bi hêz û vîna xwe heta dilopa dawî di canê me de li hemberî dagirkeriyê bisekinin."

Şêniyê bi navê Mihemed Reşîd ku mala wî li beramberî girê Til Rifetê ye û şahidê bomebebarana dewleta Tir ya li ser girê navçeyê ye, têkildarî bomebebaranê got: "Di saetên sibehê de dronekê girê navçeyê kir hedef. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê û derdora gir û malên sivîlan dike hedef, ji ber êrişên wê tenê ziyanên madî çêbûn."

Reşîd piştrast kir ku balafirên bêpîlot belavok belav kirin, tê de gef li koçberên Efrînê xwarin ku ji herêmê derkevin û wiha domand: "Me soza berxwedanê daye xwe, çi bikin jî em ji herêmê dernakevin, ne balafir û ne jî topên wê dikarin vîna me bişkînin. Heger em biryar bibin ku ji Til Rifetê derkevin em ê biçin Efrînê piştî ku ji dagirkeran rizgar bikin, ne wisa be em naçin tu deverên din."

Reşîd îşaret bi komkujiya li Til Rifetê kir ku dewleta Tirk a dagirker di 2'yê Çileya 2019'an de pêk anîbû û di encamê de 10 sivîl di nav de 8 zarok de şehîd bûn, her wiha komkujiya ku di 23'yê Çileyê de pêk anîbû ku di encamê de du zarok û jinek şehîd bûbûn kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Til Rifetê Îbrahîm Rîhanî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê ji 20'ê Çileya 2018'an ve ye û heta niha li kantona Şehbayê didomin.

Rîhanî destnîşan kir ku ji beriya 3 salan ve balafirên bêpîlot li Til Rifetê cihên sivîlan dike hedef da ku navçeyê ji şêniyan vala bike mîna ku beriya niha li Efrînê kiribû.

Îbrahîm Rîhanî diyar kir ku şêniyên Efrînê rastiya heyî û siyasetên qirêj ku dewleta Tirk û hin dewletên din dimeşînin, dizanin û ev siyaset bi şerê taybet li dijî sivîlan bi nav kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-OeSVUHRrcY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>