Êrişên li ser Şera, Şêrawa û Şehbayê didomin, balafirên keşfê jî digerin

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên navçeyên Şera, Şêrawa û kantona Şehbayê didomin. Di heman demê de balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

Êrişên li ser Şera, Şêrawa û Şehbayê didomin, balafirên keşfê jî digerin
30 nîsan, 2021   18:47
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dike.

Hêzên dagirker di van kêliyan de gundên Teneb û Keştear ên navçeyên Şêra û Şêrawayê, her wiha gundên Eyndeqnê û Minix ên Şehbayê topbaran dikin.

Di heman demê de balafirên keşfê tê texmînkirin ên dewletaTirk a dagirker in, li ser herêmê digerin.

ANHA