'Divê civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas bike'

Pêkhateyên navçeya Til Temirê got, projeya Rêveberiya Xweser projeya tekane ye ku hemû pêkhateyên herêmê li ser bingehê biratiya gelan hemêz dike, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku îtîrafê bi vê rêveberiyê bike.

'Divê civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas bike'
1 gulan, 2021   04:03
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Rêveberiya Xweser di 2013`an de ava bû, ji wê demê ve hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemêz dike û bi rêya proje û pergala xwe ya demokratîk nirx û mafên hemû pêkhateyan diparêze.

Ruxmî ku Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û êdî li herêmê bûye projeya yekemîn ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê nimune ye, lê aliyên navneteweyî hîna vê rêveberiyê paşguh dike û ji civînên navneteweyî yên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê û civînên komîteya destûrî dûr dihêle û bi awayekî fermî îtîrafê pê nake.

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê der bar mijarê de ji ANHA`yê re axivîn.

/kr/uploads/files/2021/04/30/183932_sodapdf-converted-.webp

Ebdulrehman Hisên got: “Ruxmî derbasbûna 10 salan li ser şoreşa Sûriyê re, lê heta niha ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tu aliyek çi opozîsyon an jî hikumeta Şamê hewldan nekirine. Lê bi destpêkirina şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Rêveberiya Xweser hat avakirin û xwe li ser asta cîhanê îsbat kir ku hemû pêkhateyên herêmê hemêz dike.”

`RÊVEBERIYA XWESER JI BO ALOZIYA SÛRIYÊ ÇARESERIYA TEKANE YE`

Hisên domand û got: “Projeya Rêveberiya Xweser li ser bingeha biratiya gelan û tevlêbûna hemû pêkhateyên herêmê ava bûye. Ji ber wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û li Rojhilata Navîn ninume ye.”

Hisên di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên gelek aliyan ji bo têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û got: “Di serî de dewleta Tirk vê hewldanê dike. Lew ra em bang li civaka navneteweyî dikin ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike ku ji bo pêşeroja Sûriyê û çareserkirina aloziya wê nimune ye.“

` GELEK ALÎ HEWL DIDIN VÊ RÊVEBERIYÊ TUNE BIKIN`

/kr/uploads/files/2021/04/30/184043_-.webp

Şêniyê bi navê Adil El-Abullah ê ji pêkhateya Ereb wiha axivî: “Rêveberiya Xweser li ser bingeha biratiya gelan, wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de ava bûye. Mîna ku ji hemûyan ve dixuye li gorî herêmên me, herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine ne ewle ne.”

El-Abdullah destnîşan kir ku armanca bûyerên ku di vê dawiyê de li Qamişloyê çêbûne, derxistina tevliheviyê û parçekirina tevna civakî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

`EM DIXWAZIN ÎTÎRAF BI RÊVEBERIYA XWESER WERE KIRIN`

El-Abdullah wiha berdewam kir: “Projeya Rêveberiya Xweser li Sûriyê projeya serkeftî ya tekane ye û em bang li civaka navneteweyî dikin ku îtîrafê pê bikin ji ber ku hêviyên gelên herêmê pêk tîne.”

RÊVEBERIYA XWESER MAFÊN PÊKHATEYÊN HERÊMÊ DIPARÊZE'

/kr/uploads/files/2021/04/30/184023_sodapdf-converted-.webp

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Cemîla Kako ya ji pêkhateya Asûr destnîşan kir ku berovajî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek herêmên Sûriyê komên çekdar ên tundraw derketin û diyar kir ku li ser asta Sûriyê li herêmê Rêveberiya Xweser nimuneke serkeftî ye.

Cemîla da zanîn ku ruxmî hin kêmasiyan, lê Rêveberiya Xweser mafên hemû gelan û hemû pêkhateyan li herêmê diparêze û got, projeya Rêveberiya Xweser ji destpêka avabûnê ve, projeya wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de ye.

Cemîla Kako di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin da ku karibe xizmeta hemû gelên herêmê û gelên Sûriyê bê cûdabûn bike.

(şx)

ANHA