ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2021
30 nîsan, 2021   23:00

-Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê, li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Temir, Hol, Şedadê, Heleb û Şehbayê meş tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku ew bi fikirê rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û teqez kir ku tecrîda li ser rêbertî li pêşiya têkoşîna ya li ser şopa wî nabe asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rêveberên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê şaxê bajarê Kobanê Ferman Hisên got: “Rûsya bi bêdengiya xwe siyaseta zextê li dijî Rêveberiya Xweser dimeşîne da ku tawîzan bide rêjîma Sûriyê û wê xurt bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Mesûd Elî teqez kir ku qutkirina avê li ser şêniyên herêmê û bi hezaran koçberan, sûcekî şer û komkujî ye. Elî bang li civaka navneteweyî kir ku hewl bidin û vê sûcê li dijî şêniyên heêrmê rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ne tenê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, di heman demê de bi zanabûn şêniyên gundên nêzî eniyên şer dan koçberkirin û siyaseteke sosret li dijî wan meşand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên navçeya Til Temirê got, projeya Rêveberiya Xweser projeya tekane ye ku hemû pêkhateyên herêmê li ser bingehê biratiya gelan hemêz dike, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku îtîrafê bi vê rêveberiyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçerên Efrînê soza domandina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê dan û gotin, êrişên domdar ên dagirkeriya vîna wan naşkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên kedkar 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir û got, jinan di hemû qad û saziyan de cihê xwe girt û karîn nûnertiya xwe bikin. Her wiha bang li jinan kir ku beşdarî xebat û avakirina civkê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên şoreşger ên herêma Firatê piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da û got, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê hebûnê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA