TEV-DEM’ê 1’ê Gulanê li gelên kedkar û têkoşer pîroz kir

TEV-DEM’ê 1’ê Gulanê li gelên kedkar û têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û teqez kir ku ew ê piştbiriya xwe ji karkeran bidomîne da ku bigihêjin maf û armancên xwe yên avakirina civakeke demokratîk û azad.

TEV-DEM’ê 1’ê Gulanê li gelên kedkar û têkoşer pîroz kir
30 nîsan, 2021   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li tevahî gelên kedkar û têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û karkerên cîhanê pîroz dikin û bejna xwe li hember fedekariyên wan ên pîroz ditewînin ku di oxira têkoşîna li dijî zulm, bindestî û zordariyê de daye û hîna jî didin.

Îro, mezintirîn çînên civakê vê boneya mezin ku li destpêkirina serkeftina wê re 135 sal derbas bûn, pîroz dikin. Ew jî li bajarê Chicago yê Amerîkayê ji bo pêkanîna wekhevî, edaleta civakî, jiyana birûmet dest pê kir û dengê qêrînên Chicago ji bo pêkanîna hêviyên çîna karker û kedkaran bilind bû. Destkeftiyên ku li gelek welatên cîhanê di dirêjahiya dîroka têkoşîna xwe de bi dest xistine, encama xwebirêxistinkirin û şopandina kar û barên rojane li tevahiya qadên têkoşînê bû.

Bi rêya şoreşa gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her kesî re eşkere bû ku çîna kedkaran ji hemû çînên din zêdetir xwe bi rêxistin kiriye û bûye xwedî însiyatîf da ku ala karker û kedkaran bilind bike û ji bo parastina mîrasa xwe ya dîrokî û çandî têkoşîn û berxwedana xwe didomîne. Jinên têkoşer jî roleke pêşeng di sekna li hember xeternaktirîn siyasetên çewisandinê, dagirkirinê û terora navneteweyî ya birêxistinkirî de ji hêla hinek dewletan ve, di serî de dewleta Tirk a dagirker, lîstin.

Wek TEV-DEM’ê em teqez dikin ku em piştgirî û piştevaniya vê çîna kedkar û têkoşer dikin, ji bo ku maf û armancên xwe yên avakirina civakeke demokratîk û azad ve pêk bînin.

Em bang li tevahî rêxistin, saziyên karkeran ên cîhanê û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bibin yek û ji bo piştgiriya şoreşa gelên têkoşer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên erênî yên zêdetir nîşan bidin.

(fr)

ANHA