Desteya Darayî detayên budçeya giştî ya 2021`an eşkere kirin

Şêwirmendê Qanûnî yê Desteya Darayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Bekir têkildarî budçeya giştî ya Rêveberiya Xweser a 2021`an hin detay eşkere kirin.

Desteya Darayî detayên budçeya giştî ya 2021`an eşkere kirin
30 nîsan, 2021   08:10
REQA-EHMED EL-ELÎ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28`ê Nîsanê budçeya giştî ya sala 2021`an erê kir. Meclisê di civîna xwe ya 36`emîn de budçeya giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya sala 2021`an erê kir.

Şêwirmendê Qanûnî yê Desteya Darayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Bekir diyar kir ku budçeya der barê dahat û lêçûnên sabît ên li ser asta Rêveberiya Xweser bi lîreyê Sûriyê hat diyarkirin û gihaşt 498 milyar 772 milyon û 350 hezar lîreyên Sûriyê anku 171 milyon û 599 hezar dolarî.

Bekir eşkere kir ku dahatên budçeya giştî ya Rêveberiya Xweser a sala darayî ya 2021`an, bi qasî 206 milyar û 639 milyon û 950 hezar lîreyên Sûriyê anku 244 milyon û 657 hezar dolar e.

Mihemed Bekir daxuyand ku 95 milyar lîreyê Sûriyê ji bo zêdekirina mûçeyan hatiye veqetandin.

Bekir da zanîn ku budçeya îstîsmarê ya taybet a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (budçeya navendî) gihaşt ji sedî 48.39, lê budçeya herêmî ya taybet a Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt ji sedî 51,61`an.

Bekir eşkere kir ku sedema nêzîkbûna budçeya Rêberiya Xweser û yên her 7 rêveberiyan, anku budçeya navendî û budçeya herêmî, vedigere projeyên sala 2020`an ku hîna dest pê nebûye yan jî bi dawî nebûne.

Budçeya aliyên giştî yên xwedî taybetmendiyeke îstîsmarî, bi biryarekê ji aliyê Desteya Darayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve derdikeve ku piştre li gorî qanûna têkildar derbasdar be.

BEYÎ ŞERT 7 HEZAR DERFETÊN KAR HENE

Mihemed Bekir got hejmara karmendên Rêveberiya Xweser 125 hezar e, ji wan 120 hezar karmend sabit in û yên din jî bi peymanan kar dikin.

Mihemed Bekir ev li gotina xwe zêde kir: "Di projeya budçeyê de biryar hat dayîn ku hejmara karmendan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser asta herêm û rêveberiyên din bi rêjeya ji sedî 5 zêde bibe, li gel avakirina nivîsgehên nû û aktîfkirina yên berê.”

Bekir hebûna 7 hezar derfetên kar bê şert di budçeyê de piştrast kir ku û teqez kir ku her kesê xwedî bawernameya zanîngehê yan jî bê bawername, dikare kar bike û erkdarkirin dê li gorî pêwîstiyan be. 

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3eUhu3VI6PI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>