Dîmenên metirsîdar ên kêmbûna ava çemê Firatê

Azarên bi milyonan welatiyên Sûriyê ya ji ber kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, dewam dikin.

Dîmenên metirsîdar ên kêmbûna ava çemê Firatê
30 nîsan, 2021   06:46
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Di dîmenên çemê Firatê yên rojavayê kantona Kobanê ku ji hewa ve hatine kişandin, rêjeya kêmbûna avê xuya dibe. Ew jî piştî ku dewleta Tirk a dagirker ji beriya 3 mehan ve para Sûriyê ji avê kêm kiriye.

Di encama kêmkirina ava çemê Firatê de şûnwarên gelek gundên deşta Qumlix ku salên 1990’î de winda bûbûn, dîsa xuya bûn. Ew yek piştî ku li Sûriyê duyemîn bendav li ser çem hate avakirin (bendava Tişrînê) pêk hatibû.

Dewleta Tirk peymana ku bi Sûriyê û Iraqê re di 1987’an de li ser herikîna ava çemê Firatê ji xaka Sûriyê re hatibû îmzekirin, paşguh dike. Li gorî peymanê, di saniyekê de 500 metrekab av divê biherike Sûriyê, Iraqê jî ji sedî 60 para xwe ji wê miqdarê wergire.

Lê ji 27’ê Çileyê ve dewleta Tirk tenê nêzî 200 metrekab di saniyekê de berdide.

Kêmkiriina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve gefan li ser jiyana bi milyonan welatiyên Sûriyê dixwe ku çem çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ye. Her wiha dibe sedema birçîna bi milyonan şêniyan, ji ber qutbûna avê li ser bi hezaran ji hektarên zeviyên çandiniyê.

Bi wê re, bandora kêmbûna rêjeya avê li ser bendavên ku kerhebê didin û herêmê bi kehrebe dikin jî dike, li gel wê jî bandorê li ser masîvaniyê dike û hejmarên mezin ji masî û zindiyên li çem dijîn, telef dibin.

Rêveberiya Xweser di 3’yê Adarê de hişyarî ji rûdana karesateke mirovî ya ji ber lîstina dewleta Tirk bi rêjeya ava çemê, da û ew yek jî gefan li nêzî 9 milyon şêniyên ku li derdora çem û keviyên wê dike.

Rêberberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê demeke berê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kiribû ku destwerdan bikin û sûcên hovane û şantajên delweta Tirk ên têkildarî avê rawestînin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YQ9NhM-Ec-8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>