HPC'ê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zegrosê re ragihand

Hêzên Hêzên Civakî (HPC) êrişên artêşaTirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û teqez kirin ku armanca êrişan a vîna gelê Kurd e. Her wiha piştgiriya xwe ji bo Pêngava Bazên Zagrosê re ragihand.

HPC'ê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zegrosê re ragihand
29 nîsan, 2021   13:23
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve êrişên xwe li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, didomîne.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên navçeya Girkê Legê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda HPC'ê ya li navçeyê ji hêla endamê HPC'ê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Armanca êrişên dewleta Tirk û hewldanên dagirkerina herêmên Avaşîn, Zap û Metîna, şikandina vîna gelê kurd e. Lê hêzên gerîla bersiva êrişan da."

Di dawiya daxuyaniyê de Hêzên Parastina Civakî piştgiriyên xwe ji gerîla û Pêngava Bazên Zegrosê yên şoreşger li dijî dewleta Tirk a dagirker teqez kir û gotin: "Serkeftin a me ye."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vlpuVTJexIc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>