Desteya Aborî: Em derfetê nadin ku genim û ceh werin keysbazkirin

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo got ew ê derfetê nedin ku genim û ceh werin keysbazkirin. Her wiha desteyê biryarnameyek derxist ku genim tenê bi rêya belgeyeke fermî ya ji gerînendetî û komîteyên çandiniyê bê wergirtin, were veguhastin.

Desteya Aborî: Em derfetê nadin ku genim û ceh werin keysbazkirin
29 nîsan, 2021   12:08
REQA

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mewsima çandiniyê ya bejî ya îsal ji ber kêmasiya baranê di demsala zivistanê de û zuhabûna pê re çêbûye, gelek paşde çûye.

Ji bo ku bazirgan genim û ceh keysbaz nekin, Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek derxist ku li gorî wê genim tenê bi rêya belgeyeke fermî ji aliyê gerînendetî û komîteyên çandiniyê ve di navbera 7 rêveberiyên xweser de tê veguhastin an jî di navbera herêmeke din û herêmên Rêveberiya Xweser de.

Desteyê şert kir ku divê bawernameya çêkirinê ji gerîndetiyan û komîteyên çandiniyê bigirin û erka barkirina fermî ji aliyê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê be da ku her du madeyan derxin.

Der barê vê de hevserokê Desteya Çandinî û Aboriyê Selman Barûdo destnîşan kir ku biryarname ji bo parastina miqdarên genim û ceh hate derxistin, ji ber ku her du made sereke, stratejîk û girîng in.

/ar/uploads/files/2021/04/29/110155_a954ae54-3e00-487b-852d-a50186f19054.webp

Selman Barûdo wiha domand: "Genim madeyeke sereke ye. Em ji şêniyan dikirin da ku li firin û aşan belav bikin û em bikarin nan ji bo hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda bikin. Her wiha tov jî ji cotkaran re dabîn bikin."

Selam Barûdo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em derfetê nadin bazirganan ku îsal genim keysbaz bikin. Tu kes bêyî belgeyeke fermî ya ji Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê bê wergirtin, nikare genim bar bike yan jî dê rastî girtekên qanûnî were."

(bx)

ANHA