KCK: Dewleta Tirk di 3 rojan de 3 caran çekên kîmyawî bikaranî

​​​​​​​ Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa diyarkir ku di nava 3 rojên borî de, dewleta Tirk 3 caran çekên kîmyawî li Herêma Kurdistanê bikaraniye.

KCK: Dewleta Tirk di 3 rojan de 3 caran çekên kîmyawî bikaranî
29 nîsan, 2021   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa ji rojnameya Brîtanî Morning Star re, derbarê êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê, axivî.

Zagors Hîwa got di nava 3 rojên borî de, artêşa Tirk 3 caran çekên kîmyawî li herêma Amêdiyê, Mam Reş û Avaşîn bikaraniye.

Zagros da zanîn ku ji ber bombebarana dewleta Tirk ya li ser herêmê, kehrebeya 76 gundên li herêma Amêdiyê qût bûn û ziyanek mezin gihiştiye daristanan.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker di 23 Nîsana 2021’an de ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dijî Metîna, Avaşîn û Zapê dest bi operasyonek berfireh kir. Şerê di navbera gerîla û leşkerên Tirk hîn jî bi dijwarî dewam dike