Mala Êzidiyan bang li hikumeta Iraqê kir ku biryara darvekirina ciwanên êzidî betal bike

Mala Êzidiyan a Helebê got biryara hikumeta Iraqê ya li dijî 4 ciwanên êzidî parçebûnê di navbera civakên herêmê de zêde dike û dê encamên wê yên xeternak li ser civaka êzidî hebin.

Mala Êzidiyan bang li hikumeta Iraqê kir ku biryara darvekirina ciwanên êzidî betal bike
29 nîsan, 2021   11:46
HELEB

Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê îro têkildarî biryara darvekirina 4 ciwanên êzidî ji aliyê hikumeta Iraqê ve, daxuyaniyek da.

Endama Mala Êzidiyan Evîn Marko daxuyanî xwend. Bi dehan şênî û endamên Mala Êzidiyan tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Rewşên ku hatine serê êzidiyan û bi taybet li Iraqê û komkujiyên li dijî wan hatin kirin ku gihaştin asta sûcên li dijî mirovahiyê, parçebûneke mezin di navbera pêkhateyên herêmê de çêkir. Biryara darvekirina 4 kesên ji pêkhateya êzidî li Iraqê, dê encamên wê yên xeternak li ser civaka êzidî li Şengalê hebin ku heta niha ji aloziya piştî êrişa DAIŞ`ê derneketiye.

Derxistina cezayê darvekirinê ne li gorî mafên mirovan e, bi taybet ku Xwedê ev maf daye mirovan û di qanûn, peyman û lihevkirinên navneteweyî de tê parastin. Piraniya dewletan li gorî mafê jiyanê biryara darvekirinê betal kiriye.

Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku biryarên bi vî awayî nede ku parçebûnê di navbera gelên herêmê de derdixin û bêaramiyê zêde dikin.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û biryarên ne li gorî mafên mirovan, rakin."

Dadgeha Mûsilê di 21'ê Nîsanê de biryara darvekirinê li dijî 4 ciwanên êzidî da ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve bi tawana kuştina 2 ciwanên ji eşîra El-Şemer di 16‘ê Îlona 2020‘an de li ser rêya di navbera Til Ezîz û Şengalê de, hatibûn girtin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EWwPWv2tzpU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>