Dewleta Tirk a dagirker careke din girê Til Rifetê hedef girt

Dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafireke keşfê, girê bajarokê Til Rifetê, hedef girt.

Dewleta Tirk a dagirker careke din girê Til Rifetê hedef girt
29 nîsan, 2021   05:57
ŞEHBA

Îro di saet 8`an de, balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker ji cûreya(Drone PD-1) girê bajarokê Til Rifetê yê girêdayî herêma Şehbayê, bombebaran kir.

Heta niha encamên bombebaranê nehatin zanîn.

Ii gorî agahiyan, balafira keşfê ya dewleta Tirk li herêmê hîn digere.

Beriya çend rojan jî, balafireke keşfê ya dewleta Tirk êrişî girê Til Rifetê kiribû.

(kc)

ANHA