Telet  Yûnis: Divê PDK helwesta xwe zelal bike

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet  Yûnis diyar kir ku hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê êrişa dagirkeriyê erê kiriye û bêyî erêkirina wan dewleta Tirk a dagirker nikare êrişeke wiha berfireh pêk bîne û got "Bêdengiya Iraq û PDK'ê cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker.”

Telet  Yûnis: Divê PDK helwesta xwe zelal bike
29 nîsan, 2021   01:34
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Êvara 23'yê Nîsanê, dewleta Tirk a dagirker li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişa dagirkeriyê kir. Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Telet  Yûnis êrişa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên dewleta Tirk a dagirker ji ANHA'yê re nirxandin. Yûnis got: “Tê gotin ku PDK û hikumeta Iraqê di vê êrişa dagirkeriyê de bi dewleta Tirk re li hev kiriye."

Telet  Yûnis da xuyakirin ku êrişên dagirkeriyê yên li hemberî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, dewama zîhniyeta faşîst a dewleta Tirk e û wiha axivî: "Destkeftiyên gelê Kurd bi êrişên dagirkeriyê tên tunekirin. Ev êriş di heman demê de berdewama plana hilweşandinê ya dewleta Tirk e. Armanc dikin ku xaka Kurdistanê dagir bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina van xakan bi zîhniyeta Osmanî ya sed sal berê dixwaze faşîzma xwe ji nû ve belav bike. Her wiha bi êrişa dagirkeriyê re dixwaze xweza û dîroka Başûrê Kurdistanê têk bibe."

'ÊRIŞ BÊYÎ ERÊKIRINA IRAQ Û PDK'Ê NIKARIN PÊK WERIN'

Telet  Yûnis wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker bêyî erêkirina hikumeta Iraqê û ya Başûr nikare di vê çarçoveyê de êrişeke mezin pêk bîne. Başûrê Kurdistan û hikumeta Iraqê ev êrişa dagirkeriyê pejirand. Heke hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê ev êrişa dagirkeriyê erê nekiribe, divê derkevin û bertekên xwe bînin ziman û diyar bikin ku axa wan ji aliyê dewletî din ve hatiye dagirkirin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker bandorê li welatiyên sivîl ên Kurd ên li herêmê jî dike. Bêdengiya li hemberî van êrişan xizmetê ji gelê Kurd re nake. Dîsa dixwazim dubare bikim ku ev êriş di encama tifaqa sêalî de pêk hatiye."

Yûnis axaftina xwe wiha domand: "Divê PDK baş fêm bike ku dewleta Tirk a faşîst a dagirker dixwaze çi bike. Ev êriş ne tenê li dijî Başûr an jî Iraqê ye, li dijî gelên wir e. Divê PDK tavilê helwesta xwe zelal bike û li dijî dagirkeriyê biaxive. Divê PDK bang li hêzên navneteweyî bike ku dewleta Tirk ji herêmên dagir kirine, derxe û li dijî zihnîyeta dagirker a dewleta Tirk raweste. Dewleta Tirk li Başûr dagirker e û divê haya PDK'ê ji vê rastiyê hebe."

'ÊRIŞA DAGIRKERIYÊ PEYAMA KOMKUJIYÊ YE'

Telet  Yûnis diyar kir ku êrişa dagirkeriyê di salvegera 106’an a Komkujiya Ermenan de pêk hatiye, ev yek peyameke û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a faşîst êrişî Herêmên Paarstinê yên Medyayê kir û peyam da ku zîhniyeta xwe ya qetlîamker a beriya 106 salan li dijî gelên Ermen, Asûr û Suryan, niha li dijî gelê Kurd didomîne. Dixwaze xeyalên xwe yên Osmanî vejîne. Dewleta Tirk ji bo hemû gelan xetereyê çêdike. Gelê Kurd biêrişên qirkirinê yên dewleta Tirk re rû bi rû ye."

Telet  Yûnis di berdewama gotinên xwe de got dewleta Tirk bi rêya zîhniyeta Osmanî herêmên gelê Kurd dagir bike û wiha axivî : "Dewleta Tirk heta niha dest ji zîhniyeta xwe ya qirker û faşîst bernedaye. Bi dîtina min, di sedsala 21'an de dewleta Tirk û dîktatorên faşîst ên mîna wê, dê negihîjin armancên xwe. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî jiyana bi hev re ya gelan bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava, dê têk bibin."

'ÊRIŞÊN LI QAMIŞLO Û ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ JI HEV NE DÛR IN'

Yûnis destnîşan kir ku êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê  û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev cuda nîn in û got: “Zîhniyeta dagirker û înkarker a dewleta Tirk û zîhniyeta çeteyên Dîfaa El Wetenî, ji hev cuda nîn e. Îro kesên ku êrişî jiyana bi hev re ya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Kesên dixwazin demografiya herêmên me yên dagirkirî biguherînin û yên ku van êrişan pêk tînin, xwedî heman ferasetê ne. Yên ku ev êriş pêk anîn, dijminên gelê Kurd û gelên herêmê ne. Plana êrişê jî bi heman hişmediyê pêk hat."

Yûnis diyar kir ku divê gelê Kurd li her derê bersivê bide êrişên dagirkeriyê û got: "Li dijî van êrişên dagirkeriyê divê gelê Kurd bi hemû hêza xwe ya siyasî bibe yek. Divê hemû gelên li herêmê dijîn li dijî êrişên dagirkeriyê bi hev re jiyanê biparêzin. Divê gelê me bi erk û berpirsyariyeke mirovî li hemberî van êrişên dagirkeriyê rabe. Divê rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, jin û ciwan li dijî vê zîhniyeta qetlîemkar a dewleta Tirk bi taybetî gelê Kurd, li gorî derfetên xwe helwestên xwe nîşan bidin."

‘DIVÊ HELWESTEKE ZELAL LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BÊ NÎŞANDAN’

Telet  Yûnis di dawiyê de diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze di sedsala 21'an de careke din li dijî gelê Kurd komkujiyan pêk bîne û got: "Li dijî êrişan divê gelê Kurd û dostên wan li hemû qadan bertekên xwe nîşan bidin. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê gelê Kurd sazî û rêxistinên xwe yên navneteweyî jî seferber bike. Çawa ku gelê Kurd di dema şoreşê de li kêleka Tevgera Azadiyê û şervanên wê helwesta xwe ya biheybet nîşan da, divê îro jî li dijî van êrişên dagirkeriyê li gel Tevgera Azadiyê û şervanên wê raweste."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wXOIye7w4ok" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>