Dibistanên dewleta Tirk ên li Erebistana Siûdî dê werin girtin

Erebistana Siûdî hemwextî nêzbûna bidawîbûna sala xwendinê ya 2020-2021`an, biryar da ku  8 dibistanên Tirkiyê yên  li paytext û hin parêzgehên Siûdiyê bigire.

Dibistanên dewleta Tirk ên li Erebistana Siûdî dê werin girtin
29 nîsan 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Tirk, dibistanên ku dê werin girtin li Riyad, Cede, Tibûk, El-Demam, El-Taêf, Ebhe, Mekê El-Mûkeremê û Medîneyê ne.

Dibistanên li Tibûk, Riyad, El-Taêf û Cede biryar bi awayekî nivîskî ji Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Erebistana Siûdî girt. Di heman demê de rayedarên wezaretê serdana dibistanên Tirkiyê yên li El-Demam û Ebhe kir û biryar bi devkî ji wan re ragihand.

Li gorî Wezareta Perwerdeyê ya Erebistana Siûdî, çalakiyên ku li dibistanên Tirk tên meşandin, dê di dawiya vê salê de bi dawî bibin, her wiha dê derfet ji xwendekaran re werin peydakirin da ku li dibistanên ku ew dixwazin, xwe tomar bikin.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê di meha Adarê de diyar kiribû ku li Erebistana Siûdî 26 dibistanên Tirkiyê hene.

(dx)