Komîteya Sotemeniyê 500 tûpên gazê li şêniyên taxa Teyî belav kirin

Komîteya Sotemeniyê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn tûpên gazê li şêniyên taxa Teyî ya başûrê bajarê Qamişloyê belav kirin.

Komîteya Sotemeniyê 500 tûpên gazê li şêniyên taxa Teyî belav kirin
28 nîsan, 2021   11:06
QAMIŞLO

Piştî ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundrîn ve ji taxa Teyî hatin derxistin û şênî li malên xwe vegerîn, komîteyên xizmetguzariyê dest bi pêşkêşkirina xizmetan û peydakirina pêwîstiyan ji şêniyan re, kir.

Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişloyê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn 500 tûpên gazê li şêniyan bê pere belav kirin.

Welatiya bi navê Emîne Bekir ku li benda wergirtina gazê bû, kêfxweşiya nîşan da û diyar kir ku dema çeteyên Dîfaa El-Wetenî li herêmê bûn, tûpeke gazê bi 20 hezar lîreyên Sûriyê difirotin şêniyan.

Tê payîn ku tûpên gazê ji aliyê Komîteya Sotemeniyê ve heftane bên belavkirin.

Piştî ku şerê li dijî çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi dawî bû û ji taxê hatin derxistin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 26`ê Nîsanê de derfet da şêniyan ku li malên xwe vegerin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BK6SgLrgxWQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>