Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 111 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi Koronayê ketin
28 nîsan, 2021   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, 3 mêr ji Hesekê , 2 mêr û 3 jin ji Qamişloyê, mêrek ji Dirbêsiyê, mêrek ji Kobanê, mêrek ji Tebqa û mêrek ji Dêrezorê ye.

Mistefa tekez kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi Koronayê ketine, ji wan 56 mêr in û 55 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 51
Qamişlo: 12
Dêrik: 10
Dirbêsiyê: 5
Amûdê: 1
Girkê Legê: 1
Reqa: 22
Kampa Holê: 3
Kampa Roj: 5
Şehba: 1

Ciwan Mistefa diyar kir ku 17 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn,  baş bûne.

Bi van daneyên nû, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên Koronayê gihaşt 15 hezar û 673 kesan, ji wan 557 kes mirine û hezar û 586 kes baş bûne.

(dx)