Di rêzeçalakiyên HRE`yê de 6 çete hatin kuştin û 15 çete û leşker birîndar bûn

Di rêzeçalakiyên HRE`yê yên li Efrînê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 12 çete û 3 leşker jî birîndar bûn.

Di rêzeçalakiyên HRE`yê de 6 çete hatin kuştin û 15 çete û leşker birîndar bûn
28 nîsan, 2021   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên rêzeçalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê yên di navbera 14 û 26`ê Nîsanê de, eşkere kirin.

HRE`yê di daxuyaniya xwe de li ser çalakiyan ev agahî parve kirin:

"14`ê Nîsanê, li navçeya Bilbilê di encama çalakiya hêzên me de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

16`ê Nîsanê, li Efrînê li ser rêya Raco di encama çalakiya sabotajê de 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

23`yê Nîsanê, li Efrînê di encama çalakiyeke sabotajê de 3 çete birîndar bûn. Heman rojê, li Babê li hember konvoyeke artêşa dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama wê çalakiyê de 3 leşker û 4 çete birîndar bûn.

24`ê Nîsanê, li Efrînê di encama çalakiya hêzên me de 2 çete birîndar bûn.

26`ê Nîsanê, li derdora gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di wê çalakiyê de seyareyek hat rûxandin. Der barê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. "

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H1vU2CcwiyM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>