‛Berdewama tecrîda li dijî rêber Ocalan, nîşaneya acizbûna Tirkiyê li hember fikra wî ye’

Rêveberên saziyên sivîl destnîşan kir ku berdewama dewleta Tirk di pêkanîna tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan de tê wateya acizbûna wê ji sekna li hember fikira wî ya ku textê dîktatoriyên li herêmê hejandiye.

‛Berdewama tecrîda li dijî rêber Ocalan, nîşaneya acizbûna Tirkiyê li hember fikra wî ye’
28 nîsan, 2021   09:45
ŞEHBA - LÎNDA ŞÊX

Firokeya bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker di 16’ê vê Nîsanê de mala ku tê rêber Abdullah Ocalan 42 salan li gundê Elpelûr ê rojavayê Kobanê maye, bombebaran kir û vê yekê jî hêrs û bertekeke girseyî li hember armanckirina dewleta Tirk a nirxên maneweyî yên gelê Kurd, çêkir.

/ar/uploads/files/2021/04/28/090924_rhab-jbw-28nskh29.webp

Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Azad a Şehbayê Rîhab Cibo li ser tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan axivî û wiha got: "Komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan berdewam e û tevahî rêxistinên îdiaya mirovahî û demokrasiyê dikin û parastina mafên mirovahiyê dikin tiştek ji bo wergirtina rêber Ocalan a mafên xwe, nekirine û ev jî dihêle dewleta Tirk tecrîda li dijî rêber Ocalan zêde bike."

Rîhab Cibo wiha got: "Tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan û qedexekirina serdana parêzeran, bi hewldana têkbirina projeya aştî û hevgirtina pêkhateyan e ku rêber Ocalan banga wê dike û li ser erdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa kantona Efrînê Idrîs Weqas da zanîn ku êdî lawazbûna dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan û AKP’ê di tevahî aliyên aborî, siyasî û civakî de diyar bû. Ji lew re tecrîdê li dijî Rêber Ocalan girantir dike. Ji ber dît ku çawa fikira rêber Ocalan Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzbûna gelan bi pêş xist.

/ar/uploads/files/2021/04/28/090822_adrys-wqas-28nskh29.webp

Weqas wiha domand: "Armanckirina mala ku rêber Ocalan di 1979’an de lê maye, acizbûna dewleta Tirk li hember vê fikireya bişewq a demokrat ku li her deverê belav bûye diyar dike. Ji ber rêber Ocalan bindestî û sûcên dewleta Tirk a dagirker qebûl nedikir. Ji ber di dema rêber Ocalan dest bi şoreşê kiriye, di 1979’an de berê xwe da Kobanê û di wê malê de dest bi belavkirina fikira azad ji tevahî pêkhateyan re kir."

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jinan a Şehbayê Zehre Kalo wiha got: "Em li kantona Şehbayê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li ber xwe didin. Ew bombebarana ku li dijî mala ku rêber Ocalan tê de maye, pêk hatiye nîşaneya tirsa dewleta Tirk ji belavbûna fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e."

/ar/uploads/files/2021/04/28/090902_zhrh-kalw-28nskh29.webp

Zehre Kalo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Mala ku jê fikr û felsefeya rêber Ocalan ji Rojavayê Kurdistanê li tevahî gelan belav bûye, ji hêla dewleta Tirk ve hate armanckirin. Ji ber ku li ser text û desthilata xwe ya dîktatorî ditirse."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pcKOAi2txEI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>