Heyva Sor a Kurd li taxa Teyî xizmetên tenduristiyê pêşkêş dike

Heyva Sor a Kurd bi rêya klînîkên gerok yekemîn gerên xwe li taxa Teyî ya Qamişloyê pêk anîn da ku xizmetên tenduristiyê ji şêniyên re pêşkêş bike. Ev yek piştî xebatên Şaredariya Gel û saziya kehrebeyê li taxê pêk tê.

Heyva Sor a Kurd li taxa Teyî xizmetên tenduristiyê pêşkêş dike
28 nîsan, 2021   10:35
 QAMIŞLO

Piştî derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, Şaredariya Gel û saziya kehrebeyê, her wiha Heyva Sor a Kurd dest bi pêşkêşkirina xizmetan ji bo şêniyên taxê kir. Tora kehrebeyê tê restorekirin û li nava kolanên taxê xebatên paqijiyê dest pê kirin.

Heyva Sor a Kurd bi rêya klînîkên xwe yên gerok yekemîn gerên xwe li nava taxê dest pê kirin, da ku xizmetên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş bike û testên pêwîst ji wan re çêke.

Têkildarî mijarê, endamê Heyva Sor a Kurd Ehmed Îbrahîm destnîşan kir ku li taxa Teyî ji ber siyaseta paşguhkirinê ji aliyê çeteyan ve, xizmetên tenduristiyê pir kêm bûn. Îbrahîm got: “Me dest bi gerên li nava taxê kir da ku em xizmetên tenduristiyê pêşkêş bikin û dest di rewşên awarte werdin.”

Du tîmên tenduristiyê yên gerok ku ji bijîşk, hemşîre û dermansazan pêk tên, xizmetan ji şêniyan re pêşkêş dikin.

Îbrahîm diyar kir ku rewşên awarte ji nexweşxaneyê re tên veguhestin. Her wiha destnîşan kir ku dê Heyva Sor a Kurd alîkariyên tenduristiyê ji saetên sibehê ve û heta saet 5’ê piştî nîvro ji şêniyan re pêşkêş bike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2nbcAf4m5kc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>