ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2021
27 nîsan, 2021   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê, têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyekê  dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Til Hemîs û Amûdê şênî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dadikevin qadan, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên ereb ên Reqayê gotin: "Çeteyên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk an ji hikumeta Şamê digirin alav in,  ji bo gurkirina agirê fitneyan û têkbirina projeya rêveberiya xweser tev digerin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberên saziyên sivîl destnîşan kir ku domandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bêçareya dewleta Tirk a li hemberî fikirê rêbertî nîşandide ku erşa dîtkatoriya wê hejandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîran bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, ev êriş dê bi bin bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serekftina Hêzên Ewlekariya Hundirîn nexşeya belavbûna herêmên rêveberiya xweser û herêmên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfaa El-Wetenî guhert, gelo ev nexşeya nû çawa ye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Ji rayedarên berê yên Pentagonê Michael Robin got: "Rayedarên amerîkî yên ku di dozên girêdayî dewleta Tirk û gelê Kurd de dixebitin nû ne, di wergirtina agahiyan de xwe dispêrên pêngavên reşkirinê ku dewleta Tirk li dijî kurdan dimeşîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî got: "Li Tirkiyê tişek bi navê dadmendî tune ye, dairzandina endamên HDP'ê şanoyeke, dadwerên wê celad in û lehengên wê kesên ku piştgirî dane bajarekî ji bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû mabû." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Seroka Komeleya Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî diyar kir ku serdana wan ji bo Tûnisê ji bo xurtkirina têkiliyan û pêşxistina xebata hevkar di navbera rêxistinên jinan de pêk hat û bal kişand ser bandora têkoşîna jinan li jinên Tûnisê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Dr. Kamûran Berwarî derbarê erêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker di 106`emîn salvegera komujiya Ermenan de ji aliyê Amerîkayê ve got: “Ger rêveberiya Biden bikeve heman şaşitiyên George W. Bush, Barack Obama, Donald Trump wê di nav Amerîkayê bi xwe de jî opozîsyonek çê bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo got: "Armanc ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi awayekî eşkere û erêkirina navneteweyî jihevkirina parçeyên Kurdistanê ye, da ku bi hêsanî Mûsil û Kerkûkê kontrolê bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Hisên El-Elî îşaret bi rola rêveberiya xweser di yekkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hewldanên derxistina fitneyan de kir û got, çeteyên Dîfaa El-Wetenî di derxistina fitneyan de têk çûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Cîhan nêzîbûna Misir û dewleta Tirk dişopîne û li benda encamên wê ye, nemaze piştî ku Enqereyê ragihand ku niyeta wê heye ku şandeyeke fermî ya payebilind ji cîgirê wezîrê derve bişîne Qahîrayê re, da ku danûstandinan normalîzkirina têkikiyan her du dewletan bide destpêkirin. (BI WÊNE).

CIWAN

-Ciwanên Kobanê bi meşeke meşeleyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Çavdêrekî Kenala Avdanê ya Belîxê hişyarî da ku kenala avdanê dê di demên bê de nikaribe zeviyên çandiniyê av bide, ji ber rêjeya ava ku ji kenalê tê kişandin kêm bûye, piştî ku asta ava gola Firatê hatiye kêmkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA