​​​​​​​SOHR: Li Cerablusê di teqînekêd e 14 kes birîndar bûn

SOHR got, li bajarê Cerablusê yê dagirkirî mayînek bi erebeyeke çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ve teqiya û birîndar hene.

​​​​​​​SOHR: Li Cerablusê di teqînekêd e 14 kes birîndar bûn
27 nîsan, 2021   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)  ragihand ku li bajarê Cerablusê yê gundwarê bakurê rojhilatê Helebê mayîneke bi erebeyeke çeteyekî dewleta Tirk ve teqiya.

Li gorî SOHR, di heman wextî de motorsîklêtekî bombebarkirî li nêzî baregeheke leşkerî ya berî ya çeteteyan teqiya.

SOHR ragihand ku ji ber teqînê 14 kes birîndar bûn, di nav de zarok hene û li cihê teqînê ziyanên madî çêbûn.

Li herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de aloziya ewlehiyê didome.