Tirkiyê û Misir…lihevkirineke rasteqîn e yan planeke tektîkî ye?

Cîhan nêzîbûna Misir û dewleta Tirk dişopîne û li benda encamên wê ye, nemaze piştî ku Enqereyê ragihand ku niyeta wê heye ku şandeyeke fermî ya payebilind ji cîgirê wezîrê derve bişîne Qahîrayê re, da ku danûstandinan normalîzkirina têkikiyan her du dewletan bide destpêkirin.

Tirkiyê û Misir…lihevkirineke rasteqîn e yan planeke tektîkî ye?
28 nîsan, 2021   01:34
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Çavê her kesî li encamên danûstandinên Misir û Eqereyê ne ku ji 8 salan ve qut bûne. Sedema vê qutbûnê piştevaniya dewleta Tirk ji koma Îxwan El-Mislimîn re ye ku Qahîra wê bi "Endamên terorîst" bi nav dike. Ji ber ku serçeteyên wê piştî rakirina serok Mihemed Mursî di 2013’yan de berê xwe dabûn Stenbolê.

Piranî misirî pirs dikin ku gelo dê dewleta Tirk kanalên piştgiriya "Terorîstan" bigire û karkerên wê dersînor bike yan jî radestî Misirê bike, ji ber ku Misirê ji bo temamkirina lihevkirinê şert danî ku divê kesên ku destên wan di xwîne de heye werin radestkirin.

Girêdayî mijarê, nivîskar û rojnamger Eşref Ebû El-Hol û gerînendeyê desteya weşanê ya rojnameya "El-Ehram" a El-Misirê got, heger Enqere tevahî şertên Misirê pêk bîne, dê têkiliyan pê re ava bike, Her wiha gelek daxuyaniyên berê hene ku li benda pratîkê ne, ne gotinan e.

'MISIR BI ISRAR E KU TEROST BÊN RADESTKIRIN'

Ebû El-Hol ji ajansa me re axivî û wiha got: "Axaftinên dewleta Tirk ku dibêje wê gelek ciwanên Îxwan radestî Misirê kiriye, mijareke ku heke pêk were bi temamî red kiriye. Ji ber ku Qahîrayê bi israr e ku hemû kesên ku destên wan di xwînê de heye, di nav de Yehya Mûsa û El-Semahî bên radestkirin. Ji ber ku civaka navneteweyî bi tevahî şahidê van e û wan bi xwe li ser terorên xwe û serkêşiya tevgera Hesim û hevkariya wan di êrişên qetilkirina gelek misiriyan de, îtîraf kirine."

‛ISRARKIRINA TIRKIYÊ’

Gerînendeyê desteya weşanê ya rojnameya "El-Ehram" destnîşan kir ku DYA’yê ew kes xistiye lîsteya terorê û banga radestkirina wan kiriye û wiha pê de çû: "Şertên misirî yên vegerandina têkiliyên bi dewleta Tirk re ne bi xwesteka Misirê bû. Qahîra neçû Enqereyê û jê nexwest ku bi şertan têkiliyan vegerîne. Lê belê ev yek piştî israrkirina dewleta Tirk a vegerandina têkiliyan pêk hat. Ji ber ku dewleta Tirk destpêkê dijminahiya dewleta Misirê kir, dijminên wê hewandin û destek da kenalên ku şerê ragihandinê li dijî Misirê dike."

Ebû El-Hol wiha domand: "Şertên Misirê zelal û eşkere ne; divê dewleta Tirk destwerdan li karên hundirîn ên Misirê neke, kesên destên wan di xwînê de heye werin radestkirin û bidûrxistin, destwerdanên dewleta Tirk li herêmê ku zirarê digihîne ewlehiya herêmî rawestin, çi li Sûriyê yan jî li Iraqê dibe û beriya wan jî destwerdana li Lîbyayê raweste. Tevahî dizanin ku dewleta Tirk çeteyên şandine Lîbyayê, ev yekê ne tenê bandora neyînî li Lîbyayê kir, di heman demê bandor li rewşên herêmê bi tevahî kir. Ji ber dibe ev çeteyên ku bi dolaran çek ji wan re tên kirîn, alozî û terorê li ser sînorê Misirê û li herêmên çolistana Afrîkayê belav bikin, parçeyek ji wê terorê li Chad, Malî, Niger û hwd ji dewletên Afrîkayê pêk tê."

‛MISIR SIYASETÊN ERDOGAN RED DIKE’

Rojnamegerê misirî diyar kir ku Misir ji dewleta Tirk dixwaze ku hewldanên xwe yên ferzkirina nêrîn û hegamoniya xwe li ser gaza li rojhilatê Deryaya Spî rawestîne û got: "Ji ber ku dewleta Tirk girêdayî peymaneke kevn e, di heman demê de jî cîhan li ser peymana ava aborî dixebite. Bi gelemperî jî Misir dijberiya dewleta Tirk nake û têkiliyên wê bi gelê Tirkiyê re baş e, lê bel rêbaz û siyasetên rejîma Erdogan û destwerdanên AKP’ê red dike.

‛DAXUYANIYÊN TIRKIYÊ XEBATÊN JINÛVE VEGERANDINA TÊKILIYAN BIN PÊ DIKE’

Ebû El-Hol wiha gotina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk Misir agahdar kir ku wê şoreşa 30’ê Hezîranê şaş fêm kiribû û îtîraf pê kir, lê wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî di vê dawiyê de got îxwan tevgereke siyasî ye. Heke tirk di vê yekê de bi israr bin, dê ev yek tevahî xebatênji bo jinûve vegerandina têkiliyan bin pê bike. Ji ber ku îxwan li Misirê ne tevgereke siyasî ne. îxwanên li herêmê dûr siyasetê ne û kesê çek rakiriye ne pêkan e bi nêrîna tevgerê lê were nêrîn."

DANÛSTANDINÊN TIRKIYÊ BI QIBIRS Û YEWNANISTANÊ RE

Ebû El-Hol pişrast kir ku heta ku Enqere tevahî xwestekên Qahîrayê pêk neyne, Misir tu têkiliyan pê re ava nake û wiha dom da axaftina xwe: "Heke dewleta Tirk bixwaze tev li Rêxistina Gaza Rojhilatê Deryaya Spî bibe, divê hewl bide derbasî danûstandinên qanûnî bi Misir, Qibirs û Yewnanistanê re bibe û ne ku keştiyên vekolînê bêyî qeblûkirina cîranan bişîne."

‛JI DÎPLOMASIYA MISIRÊ RE SERKEFTINEK E’

Gerînendeyê navenda erebî ya lêkolînan Hanî Silêman got, xwesteka dewleta Tirk a vegerandina têkiliyan bi Misirê re, serkeftina dîplomasî ya Misirê ye ku di dirêjahiya salên cuda de li hember reftarên Tirkiyê û dijberiyên îxwanî sekiniye û ev li gotina xwe zêde kir: " Ev jî piştrast dike ku Misirê li ser erdê nêrîn û siyaseta xwe di gelek dosyayan de raxist. Her wiha di rawestandina karînên Îxwan El-Mislimîn û komên ku dewleta Tirk bi kar tîne bi ser ket, li gel wê jî di şerkirina tevahî komn ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin de bi ser ket."

‛FERZKIRINA NÊRÎNA MISIRÊ’

Silêman ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Misirê di dosyaya Lîbyayê de gelek serkeftinên mezin bi dest xistin, bi rêya daxuyanî û gerên berê yên her du aliyan de tê eşkerekirin ku li gel Misirê pêşengtiya birêvebirina danûstandinan û ferzkirina nêrîna xwe heye.

Silêman wiha domand: "Misir di wan danûstandinên dualî de xwe dispêre serxwebûneke mezin û ew di ferzkirina nêrîn û şertên xwe de pêşeng e. Ji ber ku di dirêjahiya salên borî de axaftinên tûjî ji aliyên dewleta Tirk û piştevaniya hin aliyên dijberî Misirê ve hebûn, bi wê re jî li gel Misirê tevahî maf û xweparastin hene ku bi awayekî baş şertan deyne, da ku cidiyeta aliyê Tirkiyê misoger bike, ne ku tenê bibe hewldaneke dewleta Tirk a tektîkî ya necidî."

Gerînendeyê navenda erebî ya lêkolînan Hanî Silêman da zanîn ku Misirê gelek şert li pêş dewleta Tirk danîne, da ku cidiyeta wê misoger bike û got: "Ji wan şertan radestkirina hin endam û navên mezin ku Misirê diyar kirine, ne tenê komeke ji ciwanên Îxwan, her wiha rawestandina êrişên çapemeniyê yên dijber ji kanalên bi desteka ji dewleta Tirk de û divê siyaseta xwe ya derve li hember şoreşa 30’ê Hezîranê eşkere bike."

Silêman destnîşan kir ku wergirtina Misirê ya îtîrafkirina dewleta Tirk bi şoreşa 30’ê Hezîranê, li şûna îtîrafkirina bi sûcên îxwanan û amadebûna aliyê Tirkiyê ya radestkirina hin endamên ku ji gel wan revîne, rawestandina êrişên provokatorê yên li dijî Misirê, serkeftina mezin a Misirê ye. Ev yek jî dikare hin berjewendiyên Misirê pêk bîne, da ku dest bi têkiliyên nû bi Enqereyê re bike, bi şertê ku li ser dosya û mijaran dîtir erê bike."

‛TALOQ Û CEMIDANDINA DANÛSTANDINAN’

Silêman eşkere kir ku asta xîtab û daxuyaniyên misirî xurt in û hêza Misirê û mafên wê di taloqkirina danûstandin û cemidandina wê di çi demê de îsbat dike, her wiha diyar kir ku di vir de eşkere dibe ku Misir bi aqilane danûstandinan bi dewleta Tirk re dike, heke lihevkirin û cidiyeteke dewleta Tirk a bersivdayîna xwestekên Misirê tune be.

‛NÊZBÛNEKE TAKTÎKÎ YE’

Silêman wiha gotina xwe berdewam kir: "Hin çavdêr dibêjin ku nêzbûna dewleta Tirk bi Misirê re nêzbûneke taktîkî ye, lê komeke ji şertên Misirê û bersivdana ji dewleta Tirk ve ji wê re, garantiyeke ji Misirê re li ser cidiyet û pabendbûna rejîma Tirkiyê çêdike. Her wiha pêşeroja têkiliyên misirî-tirkî li gorî biryara Misirê û çavdêriya li kiryarên dewleta Tirk disekine, ji ber ku Misir bi helwestên dewleta Tirk bawer nake. Bi demê re dê cidiyeta dewleta Tirk eşkere bibe ku gelo dê têkilî ji nû ve werin avakirin an jî însiyatîfên dewleta Tirk derew derxe û bihêle ne helwestên taktîkî yên demkî bin."

Hanî Silêman eşkere kir ku heke dewleta Tirk di vekirina rûpeleke nû bi Misirê re û nîşandana helwest û siyasetên nû yên li gorî hêza Misirê û berjewendiyên wê re cidî be, dê her du alî sûdwar bin û wiha pê de çû: " Ji ber  ku Misir dewleteke navendî ye, giraniya wê ya siyasî, aborî û stratejî li herêmê heye û rola wê di tevahî pabendîbûn û çareserkirina krîzan de heye, karî siyaseta xwe di gelek dosyayên herêmî yên li ser asta cîhanê de heye û ev yek hêzekê dide Misir û ji berjewendiya dewleta Tirk e ku têkiliyên hevsengî bi Qahîrayê re deyne."

Di her halî de, pêdiviya axaftin li ser têkiliyên misirî-tirkî yên xurt li ser astên bilind bi demê heye, ne pêkan e di demeke kurt de ev hevkarî were avakirin. Lê belê dê pêdiviya wê bi demê heye ku siyasetên dewleta Tirk ên nû û cidiyeta wê eşkere bibin, ji ber rewşeke nebaweriyê ya demdirêj heye.

Li aliyekî din jî gerînendeyê Foruma Rojhilatê Deryaya Spî ya Lêkolînan Mihemed Hamid got dewleta Tirk di lihevkirina bi Misirê re û pêşkêşkirina tawîzên rasteqîn ji bo nêzbûna bi Qahîrayê re cidî ye.

Hamid ji ajansa me re axivî û texmîn kir ku dê di çend rojên pêş de careke din pevguherîna balyozan hebe û got:" Dewleta Tirk niha dibîne ku nakokiya bi Misirê re ji demeke borî ve ye û balê dikişîne li ser çawaniya pêşxistina têkiliyên aborî bi Qahîrayê re. Her wiha axaftin li ser avakirina herêmeke pîşesazî ya dewleta Tirk li Msirê heye. Ev tevahî mijar piştrast dikin ku Enqere li ser jinûve vegerandina têkiliyên bi Qahîrayê re bi israr e, bi taybet li gel wê xwesteka nexşekirina sînorê deryayî bi Misirê re heye."

(fr)

ANHA