Komîteya çandiniyê bang li cotkaran kir ku dûrî çandiniya yekalî bikevin

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Qamişloyê destnîşan kir ku Desteya Aborî û Çandiniyê plana salane ji bo çandina cureyên cuda pêşkêş dike û bang li cotkaran kir ku çandiniya yekalî nekin.

Komîteya çandiniyê bang li cotkaran kir ku dûrî çandiniya yekalî bikevin
Komîteya çandiniyê bang li cotkaran kir ku dûrî çandiniya yekalî bikevin
Komîteya çandiniyê bang li cotkaran kir ku dûrî çandiniya yekalî bikevin
Komîteya çandiniyê bang li cotkaran kir ku dûrî çandiniya yekalî bikevin
27 nîsan, 2021   04:17
QAMIŞLO – YARA MIHEMED

Pirrengiya çandiniyê destekê dide peydakirina pêwîstiyên sûka herêmê ji madeyên xwarinê û nahêle ku zêde madeyên nebaş û biha ji derve werin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi çandiniya berhemên çandiniyê yên havînê û zivistanê ve diçin da ku bigihêjin pergala xwetêrkirinê. Nexwasim ji ber dorpêça hin hêzên navneteweyî û herêmê bi rêya girtina dergehên sînor li gorî berjewendî û bikaranîna wê wek şêwazekî da ku zextê li herêmê bike.

Cotkarê bi navê Mihemed Cirdo zeviyên xwe bi genimê avî, gijnîj, berhemên havînê wekî xiyar, bacanên sor, bîber, bacanên reş, fûl, nîsk, bamiye û pîvaz diçîne û wiha got: "Min cureyên cuda çandine lê bi miqdarên kêm. Ji ber ku teklufeya wê pir buha ye."

Mihemed Cirdo tekez kir ku cotkar di çandina zeviyan de zêdetir xwe dispêrin ava baranê, teklufeyê kêm dike û têkildarî rola Desteya Aborî û Çandiniyê di pêşkêşkirina madeyên pêwîst de ji cotkaran re Mihemed Cirdo got: "Deste  sotemenî, semad, tov û derman peyda dike lê miqdarên ku têne pêşkêşkirin, têrê nakin. Madeyên ku didin me ji derve bi berdêla dolar tên."

Mihemed Cirdo wiha domand: "Zeviyên ku di dawiya mewsima çandiniyê de têne çinîn têra sûka bajêr dikin û zêde ye jî. Kêmbûna berheman ji ber kêmbûna baranê bû."

ÇANDINIYA YEKALÎ

Têkildarî pirrengiya berhemên çandiniyê Mihemed Cirdo diyar kir ku ew hewl dide cureyên cuda biçîne da ku çandiniya yekalî ku ew jî tenê yek berhem di rûbereke berfireh de di nava çend salan de tê çandin.

Mihemed Cirdo got divê çandina cureyên cuda were kirin da ku rêgeza xwetêrkirinê û pêwîstiya sûka herêmê ji wan cureyan peyda bikin. Li gorî Cirdo ev yek dê anîna hilberînên çandiniyê ji derve kêm bike. Ji bo wê bang li aliyên têkildar kir ku pêdiviyên cotkaran li gorî rewşa aborî dabîn bikin da ku li herêmê rêgeza xwetêrkirinê pêk were û hilberîna zêde derxin derve.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Qamişloyê Muitez Ehmed destnîşan kir ku ji ber kêmbûna baranê, cotkar hilberînên din biçînin mîna kemûn, kuzbera û reşreşik. Lê ev hilberîn jî ji encamên neyînî yên barîna kêm nefilitîn.

Ehmed wiha domand: “Desteya Çandiniyê û Aborî piştî daketina nirxa lîreyê Sûriyê ku bi awayekî yekser bandorê li lêçûnên hilberînê dike, desteka pêwîst ji bo çandina zeviyên havînê pêşkêş dike ku lêçûna wê zêde ye. Ji bo piştgiriya sûka herêmî û kêmkirina asta anîna hilberînan ji derve, desteyê plansaziyeke salane daniye ku girîngiyê dide cureyên cuda yên hilberînên çandiniyê.”

Ehmed destnîşan kir ku hinek cotkar perspektîfên Desteya Aborî û Çandiniyê naynin cih û tenê genin diçînin.

Der barê bandora dorpêça li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Ehmed got ev dorpêç yekser bandorê li peydakirina madeyan dike mîna tov, semad û derman, ji ber ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker dergehên di bin kontrola xwe de girtine.

GER Û PLANSAZÎ

Têkildarî rola Desteya Aborî û Çandiniyê di danîna plansaziyekê de ku projeyên cihêreng ên hilberînên çandiniyê pêk bîne, Ehmed wiha axivî: “Desteya Çandiniyê di plansaziya xwe de, gerên di nava zeviyan de û diyarkirina rûberên pêwîst ji cotkaran re, girîngiya pêşkêşkirina piştgiriyê teqez kir."

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Sûriyê herêmeke çandiniyê ye. Ji ber ku bi rêjeya ji sedî 75 ji şêniyên herêmê di çandiniyê de dixebitin û debara xwe pê dikin. Her wiha xwezaya herêmê ya ji bo çandiniyê guncaw e.

Pergalên serdest bi zanabûn berhemên binerd û axa baş a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê talan dikirin û li parêzgehên din îstîsmar dikirin. Piştre bi nirxên biha dîsa derbasî herêmê dikirin. Tenê ji bo ku qezenca herî zêde bi dest bixe û herêmê ji geşepêdana aborî dûr bixe û bike herêmeke paşketî.

Berovajî wê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide warên çandinî û aborî yên herêmê pêş bi bixe. Ji bo wê pergala aborî ya komînal dide pêş ku cewhera rastîn a aboriyê ye.

Her wiha Rêveberiya Xweser di warê pîşeyî de berê xwe daye asoyên nû mîna vekirina kargehên hilberandina zeyta garis ku li herêmê bi kalîteya xwe tê naskirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y18uR9UyqCM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>