Cemal Şêx Baqî: Bêdengiya hikumeta Iraqê û PDK'ê piştgiriya wan nîşan dide

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tena serê xwe pêk nayne û got “Divê PDK û Iraq helwesta xwe ya li dijî vê êrişa dagirkeriyê zelal bikin.”

Cemal Şêx Baqî: Bêdengiya hikumeta Iraqê û PDK'ê piştgiriya wan nîşan dide
26 nîsan, 2021   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Êrişa artêşa Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Avaşîn, Zap û Metînayê berdewam dike, di heman demê de êrişên dagirkeriyê di her kêliyekê de rastî berxwedana gerîla tên.

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li dijî leşkerên Tirk ên xwestin dakevin girê Zendûra, çalakiyek li dar xist.

Di vê navberê de artêşa Tirk a dagirker hewl da bikeve nava mewziyên gerîla û tunelên şer ên li girê Mamreşo yê Avaşînê. Gerîlayên HPG û YJA Starê li artêşa Tirk a dagirker xist. Li hemberî berxwedana gerîla, artêşa Tirk gazên jehrî bi kar anîn.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê Cemal Şex Baqî êrişa li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên dewleta Tirk a dagirker ji ANHA'yê re nirxandin. Baqî  got: “Êriş stratejîk û demdirêj ın. Ev siyaseta dewleta Tirk a dagirker ji deqeya yekem heta roja me ya îro berdewam dike. Êrişên ku dewleta Tirk li ser Avaşînê dan destpêkirin û belav kirin, dê bên têkbirin. Dewleta Tirk dixwaze hin aloziyên ku di nava xaka xwe de derdikevin, ji holê rabike. Tirkiye hewl dide krîza ku tê re derbas dibe, berteref bike."

Cemal Şêx Baqî got polîtîkaya dewleta Tirk a Sûriyê bend bûye û got: "Dewleta Tirk di demên dawîn de ji hemû siyaseta xwe ya derve destvala vegeriya. Dîsa di mijara Lîbyayê de tişta dixwest bi dest nexist. Dewletên mezin biryara derxistina çeteyan û yên ku destekê didin çeteyan da ku di nav de dewleta Tirk jî heye. Herî dawî, Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Ewropayê, raporek qebûl kir û tê de tê dîtin ku dan û standinên endamtiya Tirkiyê ji bo Yekitiya Ewropayê bi awayekî fermî tê sekinandin. Di heman demê de dewleta Tirk di qada navneteweyî de û her wiha di Deryaya Reş û mijara Ukraynayê de derdikeve hember Rûsan. Li gorî vê rewşê dest bi tecrubeyên nakokî û nelihevkirinên bi Rûsyayê re kirin. Bi giştî dewleta Tirk ji aliyê siyaseta derve ve ji ber krîza ku pêk hatiye, di aliyê aborî de li ber xwe dide. Di vê rewşê de dixwaze bi êrişa li hemberî gel û azadiyan ên li Tirkiyê, êrişî rojnamevan, sendîkavan, partiyên siyasî bike û careke din zextên li ser gelê Kurd zêde bike. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk li hundir hatiye astengkirin."

‘DÎKTATORIYA ERDOGAN DÊ BI VÊ ÊRIŞÊ ENCAMEKÊ BI DEST VE NEYNE’

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku terorîstên rastîn Erdogan û çeteyên wî ne û wiha dewam kir: "Zêdetirî 40 sal e dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiya Kurd gelek operasyon pêk anîne. Ev operasyon bi temamî bi armancên demkurt pêk tên. Dîktatoriya Erdogan dê bi vê êrişê encamê negire."

Cemal Şêx Baqî got hemû cîhan Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û rejîmên dîktator ên mîna Erdogan ditirsîne û bi berdewamî got: "Hemû cîhan bi meşrûiyeta Tevgera Azadiyê û nûnertiya gel dizane. Erdogan ji vê rewşê ditirse û dixwaze asteng bike. Dinya dizane ku Tevgera Azadiyê ya Kurd îro nûnerê rewa yê gel e û bi vî rengî bi rastî jî hevdîtinên xwe yên dualî dewam dikin. Erdogan hewl dide PKK'ê û gel krîmînalîze bike, lê kes tiştên ku Erdogan di vê çarçoveyê de gotine, li ber çavan nagire. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku destekê didin terorîstên li Lîbya û Sûriyê."

Cemal Şêx Baqî anî ziman ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tena serê xwe pêk nayne û hin hêz xwe li pişt perdeyan vedişêrin û wiha pê de çû: "Hikumeta Iraqê eger bixwesta dikaribû helwesta xwe ya zelal di vê mijarê de nîşan bida. Dikaribû bibûya rojev ku dewleta Tirk sînoran binpê dike. PDK'ê xwe li vê mijarê ragirt û hewl dide her tiştî bike sûcê Tevgera Azadiyê ya Kurd. Bêguman kes ne li bendê ye ku PDK li dijî dewleta Tirk raweste. PDK nikare bibe xwedî helwesteke leşkerî, lê divê diyar bike ku êrişa dewleta Tirk a ku li herêmên wê di pozîsyoneke dagirker de ye û ne rewa ye. Divê bi dengekî bilind bibêje ku li herêmê dagirkerê sereke dewleta Tirk e. Lê belê em dizanin ku PDK ji aliyê aborî ve xwe bi dewleta Tirk ve gire dide. Di encamê de sînorên xwe ji dewleta Tirk re vekirine. Ev jî tê wê wateyê ku bi rastî jî ev êrişa dagirkeriyê erê kiriye."

‘DIVÊ TU KES VAN ÊRIŞ Û HEVKARIYA QIRÊJÎ QEBÛL NEKE’

Şêx Baqî diyar kir ku divê partî û saziyên siyasî yên Li Başûrê Kurdistanê li dijî vê êriş û dagirkeriyê denge xwe bilind bikin û wiha got: "Divê hemû sazî li hev kom bibin û ji bo vê êrişê bi tundî şermezar bikin, dengê xwe bikin yek. Divê tu kes van êriş û hevkariya qirêjî qebûl neke. Divê gelê Başûr bertekên xwe yên li dijî van êrişên li ser xaka xwe, bi tundî nîşan bide. Ev êriş li ser erdnîgariya gelê Kurd, gundên wan e. Divê bersiva me ya li dijî vê yekê tund be."

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku gelê Kurd li her dera cîhanê dijî û got: "Tevî ku dewleta Tirk PKK ji bo êrişên xwe yên îro wek hincet bi kar anîbe jî, di rastiyê de ev êriş êrişên li dijî tevahiya gelê Kurd in. Gelê Kurd divê li her derê xwe biparêze. Îro PKK an jî HPG gel û xaka xwe diparêzin. Mînak; çawa ku hebûna PDK û YNK'ê di komkujiya Seddam a li Helebê de nikare weke hincet bê bikaranîn, êrişên îro li hemberî xaka gelê Kurd tên kirin, bi hinceta hebûna PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nayê qebûlkirin. Gelê Kurd li ku derê be dê tevgera azadiyê li ser bingeha parastina rewa hebûna xwe biparêze."

Cemal Şêx Baqî axaftina xwe wiha domand: "Dewleta Tirk bi çavekî xweşik li PDK'ê dinêre, wan dixapîne. Dewleta Tirk bi vê yekê pêşî armanc dike ku tevgera azadiyê têk bibe û PDK li ser xwe bimîne. Lê belê di dîrokê de tu carî nêzîkatiyeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Ev bê guman ne rast e. Em bêjin Tevgera Azadiyê ya Kurd li van çiyayan hatiye şikandin û ev nabe. Wê demê ew ê li cem PDK'ê nemîne. Ji ber ku dewleta Tirk li ku derê gelê Kurd hebe, siyaseta tunekirina dimeşîne. Bila kes kesî di vê mijarê de nexapîne."

Şêx Baqî got ku divê PDK li hemberî van êrişan helwesta xwe zelal bike û wiha axivî: "Divê PDK bi eşkereyî bibêje ku dewleta Tirk dagirker e, derewan dike, dixwaze gelê Kurd tune bike, bi hinceta PKK'ê hewl dide xaka gelê Kurd dagir bike. Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim ji diyalogan re vekirî bû û gelek caran xwest ku diyalog were kirin. Lê belê dewleta Tirk tu carî diyalog çênekir û êrişên xwe dewam kirin.”

‘ERDOGAN DIXWAZE BI ÊRIŞAN MESAJEKÊ BIDE BIDEN’

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku pêwendiya telefonê ya Erdogan û Biden baş derbas nebûye û wiha got: "Erdogan difikirî ku dê Biden hin tiştan qebûl bike wekî di serdema Trump de, lê wisa çênebû. DYA'yê beriya niha jî ragihandibû ku dê Komkujiya Ermenan nas bike. Bi rastî jî kir û Amerîka bi daxuyaniyekê ew nas kir. Erdogan li dijî wê helwest nîşan da û ji bo ku ji Amerîkayê re bibêje ku ez heme, dest bi êrişê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. DYA di Başûr de hin berjewendiyên xwe hene.  Erdogan bi vê dizane, lewma hewl dide hebûna xwe careke din îspat bike. Erdogan bi vî rengî xwest mesajekê bide Biden ku bi vê êrişa dagirkeriyê re dikare Başûrê Kurdistanê bê aram bike."

Şex Baqî da xuyakirin ku êrişên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne tenê herêmên li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin, di heman demê de tê wateya dagirkirina Kurdistanê bi giştî û wiha pê de çû: "Ev êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn, Metîna dê li tevahiya Kurdistanê belav bibin. Divê ev êriş ji Efrînê serbixwe û dîsa ji êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re cuda neyên dîtin. Ev êriş niha li dijî hemû gelê Kurd e. Ji niha û pê ve jî em li ku derê bin, wek gelê Kurd ji bilî berxwedanê tu vebijêrka me nîn e. Li hemberî van êrişan ne hewce ye ku tu alîkariyê ji tu kesî hêvî bikin. Hûn li ku derê bin divê li hemberî van êrişan li ber xwe bidin û têk bibin. Gelê Kurd tenê bi yekbûnê dikare vê bike. Dîsa dixwazim careke din diyar bikim ku ev êriş li dijî hemû gelê Kurd pêk tê."

‘DIVÊ PDK DEV JI HEVKARIYA BI DIJMINAN RE BERDE’

Cemal Şêx Baqî her wiha bang li gel û PDK'ê kir û diyar kir ku divê kes li rizgariya xwe ya şexsî nefikire û wiha lê zêde kir: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê ne. Dîsa li Başûr PDK dê nekare xwe rizgar bike. PDK divê dev ji hevkariya xwe ya bi dijminên xwe re berde. Eger PDK bi avantaja xwe ya yek zilamî bifikire, bila bizane ku em ê hemû yek bi yek tune bibin. Ji bo me ev pêvajoya êrişê careke din nîşan da ku pêwîstiya me ya herî mezin yekitî ye. Em dikarin wiha bikin, divê hinek ji me li hemberî van êrişên dagirkeriyê bi çek û cebilxaneyên xwe li ber xwe bidin. Eger em werin cem hev, yek ji van hêzên dagirker li pêşberî me namîne. Rizgariya me hemûyan, bihevrebûna me ye.”

 ANHA