Doza Kobanê heta 3’yê Gulanê hate taloqkirin

Roja yekem a Doza Kobanê bê parêzeran bi îdîanameya ku hate xwendin bi dawî bû. Heyeta Dadgehê daxwaza dadgeran red kir, rûniştin heta 3’yê Gulanê hate taloqkirin.

Doza Kobanê heta 3’yê Gulanê hate taloqkirin
26 nîsan, 2021   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina roja yekemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî  û 108 siyasetmedar jê tên darizandin, bi xwendina kurtayî ya îdianameyê bêyî ku parêzer li eywana civînê amade bûn dewam kir.

Di kêliya ku îdianame dihat xwendin de Demîrtaş û Yuksekdag ên ji girtîgehên lê dimînin bi SEGBÎS’ê beşdarî civînê bûbûn, xwestin ji civînê bi der kevin. Lê hat zanîn ku li ser fermana dadgehê derketina wan a ji odeya SEGBÎS’ê hatiye astengkirin. Serasnerî rojê civîn bêyî parêzeran berdewam kir. Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya li eywana civînê amade bûbû, xwestibû ji civînê derkeve. Lê dadgehê destûra wê jî nedabû.

Siyasetmedarên girtî li ser rewşa civînê terk bikin, divê xwendina îdianameyê û civîn bihata sekinandin û navberê bidanayê.

Tevî daxwaza siyasetmedaran ku ji civînê bi der kevin jî, ji 3 hezar û 530 rûpelên îdianameyê ku ji 300 klasoran zêdetir pêk tê, bi kurtayî hat xwendin. Demîrtaş li dijî şandeya dadgehê pirtûkçeya ku parêzerên wî bi sernavê “Di îdianameya 3 hezar û 530 rûpelî ya 6-8 Kobanê de sûcdarî û rastiyên li dijî Selahattîn Demîrtaş” amade kiribûn di ekrana SESGBÎS’ê de nîşan da.

Şandeya dadgehê piştî xwendina kurtahiya îdianameyê li şûna daxwazên parêzeran di girtekê de binivîsine, lê protestoya parêzeran di girtekê de nivîsand.

Hat diyarkirin ku dadgehê daxwaza reda dadgerî ya parêzerên siyasetmedarên girtî ji dadgehê re ragihand. Serokê dadgehê xwest daxuyaniyên Demîrtaş ên der barê reda dadgerî de werin girtin. 

Demîrtaş mafên axaftinê girt û got: “Hem yên îro bi SEGBÎS’ê, hem jî yên li salonê, hem jî hevalên me parêzer pir westiyan. Em jî pir westiyan. Daxwaza min a reda dadgerî bi awayê 11 xalan pêk tê.”

Demîrtaş got ew ê sibê daxwaza xwe ya reda dadgerî pêşkêşî dadgehê bike û heta sibê dem xwest.

Fîgen Yuksekdag jî axivî û destnîşan kir ku nêzî 20 deqîqeyan deng û dîmen qût bûye û bêyî ku dadgeh rûbirûbûna wan bingeh bigire, îdianame hatiye xwendin. Yuksekdag anî ziman ku ew jî piştî daxuyaniyên Selahattîn Demîrtaş li gorî rêza diyar kirine, daxwaza reda dadgerî dike û li ser rêbazê dixwaze biaxive.

Sebahat Tuncel jî destnîşan kir ku gelek tiştên ew ê biaxivin û bêjin hene û piştî Demîrtaş û Yuksekdag biaxivin û rastiya daxwaza xwe ya reda dadgerî ragihîne.

Di kêliya ku Tuncel diaxivî de di pergala deng de pirsgirêk derket. Daxuyaniyên Tuncel derbasî girtekan nehatin kirin.

Dozger anku meqamê xwest ku îdiayê daxwazên reda dadgerî ya parêzeran û siyasetmedaran were redkirin.

Şandeya dadgehê di biryara xwe ya navberê de daxwazên reda dadgerî red kir.

Şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê xal bi xal eşkere kir û civîn heta saet 09:30’an a roja 3’yê Gulanê hate taloqkirin.