Rûspiyên Reqayê têkildarî qutkirina avê hişyariya karesteke mirovî da

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve hişyariya rûdana karesateke mirovî da û bang li civaka navneteweyî kir ku tavilê destwerdanê bike û dewleta Tirk neçar bike ku qanûnên naveteweyî pêk bîne.

Rûspiyên Reqayê têkildarî qutkirina avê hişyariya karesteke mirovî da
27 nîsan, 2021   01:34
REQA-EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya şerê xwe yê li dijî gelê Sûriyê de, her sal para Sûriyê ji ava çemê Firatê qut dike. Vê carê jî ji carên berê zêdetir qut kir û di encamê de dibe ku karesateke mirovî çêbibe û hilberînên çandiniyê yên li herêma Firatê xirab bibin.

Şêx û rûspiyên eşîrên ereban ên Reqayê qutkirina ava Firatê û siyaseta birçîkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê pêk tîne, şermezar kirin û got, armanca dewleta Tirk ji vê yekê vîna gelê herêmê bişikîne. Rûspî û şêxên eşîran sûcên dewleta Tirk a dagirker bi şermok wesif kir û diyar kir ku civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe berspirsa sûcan e.

/kr/uploads/files/2021/04/26/193314_-.webp

Rûspiyê eşîra El-Birêc, Hisên El-Berces siyaseta dewleta Tirk bi dermirovî wesif kir û got: "Şer û serkeftin ne bi birçêkirina gel an jî bi tîkirina wan e, ev yek bi pîvan û qanûnên navneteweyî û mirovî re bi nakok e."

Hisên El-Berces ev xal li gotina xwe zêde kir: "Siyaseta Tirkiyê ya li dijî herêmê ne tiştekî nû ye, di şerê xwe yê li dijî gelê Sûriyê de hovîtrîn rêbaz bi kar anî û dixwaze bi rêya wan projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser derbe bike, ji ber ku ditirse ev proje derbasî Tirkiyê bibe."

/kr/uploads/files/2021/04/26/193333_-.webp

Şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed Tirkî El-Soan da zanîn ku her kes ditirse karesateke mirovî çêbibe, nexasim ku niştecihên li herêmê bi piranî debara xwe bi çandinî û xwedîkirina pez dike û got: "Ne ji ava Firatê bûya, dê ev debar jî jî tune bûya, ava Firatê piştgiriya aboriya Sûriyê jî dike."

Mihemed Tirkî El-Soan destnîşan ku beşên derxistina kehrebeyê yên sê bendavên li ser ava Firatê rawestiyane, ji ber vê yekê pirsgirêka kehrebê roj bi roj zêdetir dibe û diyar kir ku di encama vê pirsgirkê de dê aboriya herêmê jî raweste, endazyar û pîşesaz dibînin ku ger rêjeya ava Firatê ji wiha zêdetir kêm bibe, dê zirarê li binesaziya bendan jî bike.

El-Soan di berdewama axaftina xwe de got, gelek alî, dewleta Tirk, Rûsya, Îran û hikumeta Şamê jî di nav de dixwazin projeya Rêveberiya Xweser derbe bikin û diyar kir ku her aliyek siyaseteke cûda dimeşîne da ku vê yekê pêk bîne, lê hemû rêbaz di serî de gel dikin armanc.

Di dawiyê de şêx û rûspiyên eşîrên ereban bang li civaka navneteweyî kir ku li daxwazên gelê Sûriyê guhdar bikin, wan ji karesat, birçîbûn û tîbûnê rizgar bikin, di heman demê de zextê li dewleta Tirk bikin ku li gorî qanûnên navneteweyî tev bigerin, rêzê ji peymanên di navbera dewletan de hatine mohrkirin bigirin  û gel dûrî şer bixin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KZ4XGltklNw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>