Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tu zirar bi mal û milkên şêniyên taxa Teyî çênebûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku piştî çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî derxist, şêniyên taxê yên koçber vegeriyan malên xwe û piştrast kir ku ji aliyên destdirêjiya ji mal û milkên wan re tu ziyan tune ne, her wiha dê tevahiya dîmenên çekdariyê yên ku çeteyan vegerandibûn navnendên leşkerî rakin, da ku zarok mafên xwe yên perwerdê pêk bînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tu zirar bi mal û milkên şêniyên taxa Teyî çênebûn
26 nîsan, 2021   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek têkildarî geşedanên dawî yên li taxa Teyî ya ku ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî hate rizgarkirin û şêniyên wê yên koçber vegeriyan malên xwe, ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Piştî çend rojan ji şerê di navbera hêzên me û çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya li taxa Teyî ya bajarê Qamişlo û derxistina tevahiya çekdarên Dîfaa El-Wetenî yên li taxê de, hêzên me îro duşemê 26.04.2014`an bang li şêniyên taxê kir ku vegerin malên xwe û ewlehiya mal û milkên xwe bikin.

Gelek welatî îro derbasî malên xwe bûn û da ku ewlehiya malên xwe bikin ku zirar û ziyan bi mal û milkên wan nebûne.

Li aliyekî din jî hêzên me tevahî dîmenên çekdariyê ji dibistanên ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî kiribûn baregeh û nuqteyên leşkerî radikin, ew jî bi hewldana pêkanîna tevahî rewşên guncaw ji bo zarokan û standina mafên xwe yên perwerdê ku di salên serweriya çeteyên Dîfaa El-Wetenî li ser taxê de hatibûn mehrûmkirin.

Em her tim li gorî tevahî mîsaq û qanûnên mafên mirovan ku parastina rûmet û mafên wan dike, tev digerin."

(eh)

ANHA