Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku ev êriş berdewama projeya wan a faşîst a li ser bingeha hişmendiya Osmanî ya bi hin hêzên kurdî re ye ku hewl didin li ser hesabên gelê Kurd berjewendiyên xwe pêk bînin.

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin
26 nîsan, 2021   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a faşîst ji destpêka damezrandinê ve bi hemû awayên ji çewisandin, qirkirin, siyasetên înkarkirinê û tunekirina nasnameyê şerê gelê Kurd û tevgera wî ya rizgariyê dike, her çiqasî gelê me hewldana misogerkirina biratî, aştî û jiyana hevbeş dike, lê ewqas jî hişmendiya faşîzma dewleta Tirk nayê guhartin û di dema hikumeta AKP`ê û MHP`ê de bi serkêşiya dîktator Recep Teyyîp Erdogan derbasî qonaxeke hîn hovîtir û berberîtir bû ku hewl dide bi rêya planên pêkanîna komkujiyên li dijî gelê me dîrokê zindî bike û sûcên dewleta Osmanî beriya niha di sal 1915`an de li dijî gelê Ermen ên bira pêk anî dubare bike.

Dagirkirina bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk û Erdogan ve û hemleyên dubarekirî yên li dijî Başûrê Kurdistanê û hilweşandina bajarên biewle yên li Bakurê Kurdistanê û şewitandina dar û berên li tavahiya Kurdistanê di çarçoveya planên qirkirina gelên me de pêk tên.

Bi van armancan, hewl dide Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ku şerê faşîsta Tirk û planên wê yên terorîst dike, têk bibe. Hemleya ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk aniye û beriya wê bi sedan hemle, berdewama temamkirina projeya faşîst û berfirehkirinê ya li gorî zihniyeta Osmanî ya nû ye, tevî hevkariya hin hêzên Kurdî yên ku hewl didin berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re li ser hesabê gelê Kurd, pêk bînin.

Ji beriya çend rojan, artêşa Tirk êrişî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike û tavhî cureyên çekan û hêzên bejahî yên zexim bi kar tîne, hejmara wan zêdetirî 5 hezar leşker e, dar, ber û gundên biewle kirin armanc, li hemberî vê yekê bêdengiyeke hikumetên herêmê û Bexdayê heye û parastina serweriya erdên xwe ji hovîtiya dewleta Tirk a faşîst nakin.

Bi naskirina me ji rastiya faşîsta Tirkiyê re û bi bihaneya şerkirina li dijî PKK’ê, dewleta Tirk hewl dide tevahî destkeftiyên gelê Kurd çi li Başûrê Kurdistanê çi jî li Rojavayê Kurdistanê têk bibe, her wiha çi hêviya gelê Kurd di rizgarkirinê de bi rêya têkbirina tevgera wê ya zirgarî û pêşengtiya wê ya şoreşgerî ya bi nûnertiya PKK’ê têk bibe.

Em bang li tevahî Hêzên demokrat, rêxistinên parastina mafên mirovan û gelê me yê têkoşer li her deverê dikin ku sûcên faşîsta Tirk û siyasetên wê eşkere bikin û fişarê li navendên biryarê yên cîhanê bikin ku faşîsta Tirk li ser êrişên wê yên li dijî gelê me muhasebe bikin û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji lîstea terorê bi derxin, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşerên Kurd ji girtîgehên faşîsta Tirk bi derxin, doza gelê Kurd çareser bikin."

(eh-fr)

ANHA