Êzidiyên Helebê: Biryara bidarvekirina ciwanên êzidî lidarxistina fîtneyê li Şengalê ye

Êzidiyên Helebê diyar kir ku biryara hikumeta Iraqê ya bidarvekirina 4 ciwanên êzidî bi armanca lidarxistina fîtneyê di navbera eşîra El-Şemer û êzidiyên li Şangalê de ye û bang li tevahî civaka êzidî kir ku biryarê red bikin.

Êzidiyên Helebê: Biryara bidarvekirina ciwanên êzidî lidarxistina fîtneyê li Şengalê ye
27 nîsan, 2021   05:49
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dadgeha Mosilê di 21’yê vê Nîsanê de biryara bidarvekirina 4 ciwanên êzidî ku hêzên ewlekariya Iraqê girtine, da. Hêzên ewlekariya Iraqê 4 ciwanên êzidî bi tawana qetilkirina 2 ciwanên ji eşîra El-Şemer di 16’ê Îlona 2020’an de li ser rêya di navbera Til Ezîz û Şengalê de tawanbar kir.

Êzidiyên Helebê ev biryar red kir û piştrast kir ku ew biryar li dijî 4 ciwanên êzidî zulm e û komploya li dijî vîna êzidiyan e.

‛KOMPLO’

/ar/uploads/files/2021/04/27/050158_nyrwz-adw.webp

Şêniya bi navê Newroz Ado ev biryar şermezar kir û got ew qebûl nakin, ji ber ev biryar komployeke li dijî mafên êzidiyan e.

Newroz Ado wiha pirs kir: "Çima hikumeta Iraqê biryara bidarvekirinê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku jin, temenmezin û zarokên êzidî qetil kirine û tevahî cihên pîroz di 2014’an de li Şengalê wêran kirine, nade?

‛LIDARXISTINA FÎTNEYAN’

/ar/uploads/files/2021/04/27/050028_qnbr-jmw.webp

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê Qenber Cimo da zanîn ku hikumeta Iraqê dixwaze di navbera eşîra El-Şemer û êzidiyên li herêmê de fîtneyan li dar bixe.

Cimo diyar kir ku hikumeta Iraqê gelek plan û siyaset li dijî êzidiyan pêk anîne, jê jî derxistina Asayîşa Êzidxanê ye û wiha pê de çû: "Tu kes nikare vîna me bi fîtne û teşhîran têk bibe."

‛REDKIRIN’

/ar/uploads/files/2021/04/27/050000_aaeshh-sydw.webp

Li aliyekî din jî Ayşe Seydo destnîşan kir ku hikumeta Iraqê bi biryar xwe dixwaze vîna civaka êzidî ya ku tevahî peyman û planên li dijî Şengalê têk birine, têk bibe.

Ayşe Seydo bang li civaka êzidî û ciwanên wê kir ku li hember zulma li dijî 4 ciwanan bisekinin û vê biryara tund red bikin.

(fr)

ANHA