Panorama hefteyê: Ji ber cezayên li ser Şamê odeyeke sêalî hate avakirin

Çavkaniyan eşkere kirin ku Rûsya ji bo derbasbûna bandorên cezayên li ser hikumeta Şamê  odeyek ava kir û dê petrol, genim û madeyên xwarinê derbasî herêmên hikumeta Şamê bikin, li aliyekî din jî zextên rêveberiya Biden li ser Erdogan giran dibin.

Panorama hefteyê: Ji ber cezayên li ser Şamê odeyeke sêalî hate avakirin
25 nîsan, 2021   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di  hefteya derbasbûyî de behsa hewldanên Rûsya, Îran û Şamê yên derbaskirina bandorên cezayan, her wiha zextên Amerîkayê yên li ser Tirkiyê û aloziya di navbera Rûsya û Amerîkayê de kirin.

ŞAM LI HÊVIYA GIHAŞTINA PETROLA ÎRANÊ Û GENIMÊ RÛSYAYÊ YE

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Çavkaniyan destnîşan kir ku Şam li hêviya encamên biryara rûsî-îranî-sûrî ye ku odeyeke hevbeş ava bikin da ku petrol û madeyên xwarinê ji herêmênê hikUmetê re peyda bike û cezayên amerîkî-ewropî ku li ser rejîmê hatiye ferzkirin, derbas bikin."

Ajansa Spûtnîk a rûsî, beriya du rojan der barê avakirina odeya operasyonên rûsî – îranî û sûrî ji bo peydakirina rêyeke ewle û aram ji petrol û hin madeyên xwarinê ber bi benderên Sûriyê li ser Deryaya Spî werin şandin, agahî belav kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku di demên dawîn de civînên zêde hatin lidarxistin. Nûnerên pêwenîdar ji Rûsya, Îran û Sûriyê bi armanca şikenandina dorpêça amerîkî-ewropî ya ku Sûriyê difetsîne, beşdarî civînan bûn.

Li stasyonên Şamê û herêmên rejîmê qerebalixeke zêde heye û kehbre her dem qut dibe.

‘RÊXISTINA QEDEXEKIRNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ ŞAMÊ CEZA DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Dewletên endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li ser cemidandina endamtiya Sûriyê di rêxistinê de, deng da. Ev yek ji ber berpirsyariya Sûriyê di gelek binpêkirinan de hat îsbatkirin û nebersivandina 19 pirsên girêdayî bernameya Şamê ya kîmweyî, pêk hat. Di heman demê de, endamên Kongreya DYA’yê bang li rêveberiya Joe Biden kir ku ji ber bikaranîna çekên kîmweyî rejîma Sûriyê ceza bike.

Dewletên endam ên rêxistinê bi piranî ji bo peyama ku gelek dewletan destek dayê, ji wan Fransa, Brîtanya û DYA, deng da. Mafên Şamê di rêxistinê de hatin cemidandin.”

‘DEWLETA TIRK DI HEDEFA ZEXTÊN BIDEN DE YE… BALFIRÊN F35 Û KOMKUJIYA ERMENAN’

Der barê vê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden hewldanên Tirkiyê ku rewşê bi Washington re aram bike, bi bin xistin. Amerîkayê bi rêya dûrxistina ji projeya balafirên F-35 dewleta Tirk xist bin zextan. Li gel wê pêşbînî hene ku Biden di daxuyaniya ku tê payîn roja şemiyê bide, bi awayekî fermî îtîraf bike ku Tirk berpirsên komkujiyên Ermenan in. Ev yek dibe ku Tirkiyê hêrs bike û têkiliyên bi nakok ên di navbera her du dewletan de aloztir bike.

Berpirsekî Pentagonê ragihand ku welatê wî dewleta Tirk agahdar kiriye ku ew bi awayekî fermî ji bernameya balafirên F-35 hatiye derxistin.

Enqereyê zêdetirî 100 balafirên F-35 daxwaz kiribûn ku hinek beşên wê bi xwe çêdike, lê sala 2019`an piştî kirîna pergala parastinê ya rûsî S-400 ku Washington wê li ser pergala F-35 xetere dibîne, ji bernameya Amerîkayê hat dûrxistin.”