Şêniyên Efrîn û Tebqayê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin

Şêniyên Efrîn û Tebqayê bi boneya 25'ê Nîsanê Roja Şehîdan, mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Şêniyên Efrîn û Tebqayê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin
24 nîsan, 2021   20:36
ŞEHBA

Bi boneya 25'ê Nîsanê Roja Şehîdan, Îşev bi dehan şêniyên herêma Efrînê berê xwe da goristana şehîdan û mûmli ser gorên şehîdan pêxistin.

Şêniyan deqeyek rêz girt, piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo axivî û got:" 25`ê Nîsanê ji bo kurdan rojeke pîroz e, cara yekemîn e ku li Rojavayê 25`ê Nîsanê Roja Şehîdan tê ragihandin, da ku şehîdên Qereçoxê yên ku 2017`an di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de de gihaştin asta şehadetê, bi bîr bînin".

Xedîce Îbo her wiha qurbaniyên komkujiya Osmaniyan a li dijî ermeniyan bi bîr anîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Menal El-Hisên jî axivî û diyar kir ku ji bo bi bîranîna şehîdên Qereçoxê, roja 25`ê Nîsanê wekî Roja Şehîdan hate ragihandin.

Menal El-Hisên di dawiya axaftinên xwe de got êrişên dewleta Tirk ên li dijî Qereçoxê destpêka projeya dagirkeriyê ya li dijî Rojavayê bû, di vê rojê de dewleta Tirk xwest projeya xwe ya dagirker a li herêmê berfireh bike.

Piştî axaftin bi dawî bûn, welatiyan û malbatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin û sloganên"Şehîd namirin û bijî Rêber Abdullah Ocalan" berz kirin.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Xips2s4IxuI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman wesîleyê, malbatên şehîdan ên Tebqayê tevî endamên saziyên sivîl û leşkerî vê êvarê li goristana Şehîdan a li Tebqayê kom bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Ereb axivî û got: "Bi boneya Roja Şehîdan ku sibe ye, em ji vî cihê pîroz şehîdên xwe silav dikin, her wiha em bi her şehîdekî ku rihê xwe daye serbilind in, ji ber ku bi xwîna xwe rêya adalet, wekhevî û jiyana hevbeş xêz dikin. "

Piştî axaftin bi dawî bûn, beşdar mûm li ser gorên şehîdan vêxistin û sloganên"Şehîd namirin" berz kirin.

(eh)

ANHA