Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên Til Temirê berfireh kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî gundê Um El-Kêf, gundên başûrê rojhilatê navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên Til Temirê berfireh kirin
24 nîsan, 2021   19:48
HESEKÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên Til Temirê berfireh kirin û piştî Um El-Kêfê gundê Tewîla , Um El-Xêr, Guzelîyê û Til Eleben ên dikevin başûrê rojhilatê navçeyê bi hawan û obîsan topbaran dikin.

Agahiyên derbarê ziyanên topbaranê de nehatin bidestxistin.

ANHA