Malbata şehîd û eşîrên Ereban: Hayis El-Ciriyan şehîdê aştiyê ye

Malbata şehîd Hayis El-Ciriyan, hemû  şêx û rûspiyên eşîrên ereban got,  şehîd Hayis El-Ciriyan, şehîdê aştiyê ye, ji bo aştiyê û têkbirina fitneyê canê xwe feda kir.

Malbata şehîd û eşîrên Ereban: Hayis El-Ciriyan şehîdê aştiyê ye
Malbata şehîd û eşîrên Ereban: Hayis El-Ciriyan şehîdê aştiyê ye
Malbata şehîd û eşîrên Ereban: Hayis El-Ciriyan şehîdê aştiyê ye
24 nîsan, 2021   18:47
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê, rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurd, Desteya Rûspiyên Eşîran a herêma Cizîrê û şandeyek ji  têkiliyên leşkerî sersaxiya malbata şehîd Hayis El-Ciriyan kir. Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd a li gundê Şermox El-Ciriyan ê 15 km dikeve bakurê Til Hemîsê hate vegirtin.

/ar/uploads/files/2021/04/24/173732_hwas-akyd.webp

Di merasîma sersaxiyê de Koordînatorê Giştî ya Meclisa Eşîr û Rûspiyan a herêma Rojhilat Hewas Cidêi axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan, hemû eşîr û êlên li herêmê xwest û got: "Hayis ji bo aştiyê û têkbirina fitneyê canê xwe feda kir. Lê ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve li pêşiya mala xwe bi awayekî hovane hate qetilkirin."

/ar/uploads/files/2021/04/24/173805_byan-aljryan.webp

Birayê şehîd Hayis El-Ciriyan, Beyan El-Ciriyan axivî û spasiya Desteya Rûspiyan û têkiliyên leşkerî kir ku sersaxî ji malbata şehîd Hayis El-Ciriyan re xwestiye, her wiha spasiya wan kir ku li ser Hayis ku şehîd aştiyê ye li hev kiriye.

/ar/uploads/files/2021/04/24/173827_hsyn-alsadh.webp

Rûspiyekî eşîra El-Sade ya li Tirbespiyê Hisên El-Sade axivî û bang li gel kir ku yekitiya xwe ava bikin, duh ji bîr bikin û li pêşeroja xwe binêrin, da ku bikaribin welatê xwe li ser bingeha rast, azad û demokrat ava bikin.

El-Sade di dawiyê de got: "Hin alî daxuyaniyan didin, tê de îşaretê bi xalên ku li gorî xwestekên me dikin, ji ber vê hêvî dikin ku li şûna van daxuyaniyan, daxuyaniyên îşaretê bi hezkirin, lêborîn û biratiyê dikin, bidin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oMV2Oefe490" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>