​​​​​​​Li Avaşînê şerekî giran didome

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşker danîn qada Mervanos a Avaşînê û girên Şehîd Zêrîn, Şehîd Bêkes û Pîramîtê ya qada Şukê. Li van qadan şerekî giran didome.

​​​​​​​Li Avaşînê şerekî giran didome
24 nîsan, 2021   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF'ê ku  agahiyên ji çavkaniyên herêmî girtiye, êrişên dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşker danî qada Mervanos a Avaşînê û li vir şerekî giran dest pê kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin şer li Girên Şehîd Serdar û Şehîd Dilgeş gurtir bûye. Çavkaniyan ragihandin ku mirî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker heye.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li qada Mervanos a Avaşînê û girên Şehîd Zêrîn, Şehîd Bêkes û Pîramîtê ya qada Şukê jî êrişên xwe berfirehtir kiriye.