Gêlo Îsa: Di civîna Astanayê de biryara êrişê hate dayîn

Gêlo Îsa diyar kir ku Rûsya beriya mehan bi dewleta Tirk û çeteyên wê û komên çete yên Dîfaa El-Wetenî re li Himêmîmê hevdîtin pêk anîn û got "Encamên hevdîtinên bi çeteyan re yên li balafirgeha Himêmîm niha ji gelê herêmê re eşkere dibin.”

Gêlo Îsa: Di civîna Astanayê de biryara êrişê hate dayîn
25 nîsan, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî ku hikumeta Şamê destekê dide, şeva 20’ê Nîsanê êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Pevçûnên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komên çete de bi dijwarî dewam dikin.

Li taxên Hilko û Tay ên Qamişloyê şer dijwar bû, Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşdeçûna xwe berdewam dike, di heman demê de komên çete dest bi hedefgirtina sivîlan kir. Di êrişa li dijî sivîlan de zarokek û ji serokeşîrên eşîra Benî Seba, Hayis El-Ciriyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê Gêlo Îsa der barê êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî de ji ANHA'yê re axivî û got Rûsya, Îran û Tirkiye ku garantorên Astanayê ne, berpirsyar in.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî di sala 2012’an de ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin birêxistinkirin û ji bo karên qirêjî yên rejîmê tên bikaranîn. Gêlo Îsa got: "Di van demên dawîn de ev koma çete ji bo têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bikaranîn. Ev çete dixwazin bi çêkirina tevliheviyê di navbera gel de di aliyê aborî û aramiyê de Rêveberiya Xweser lawaz bikin. Dewleta Tirk, Îran û Rûsya, ev welatên ku li Astanayê garantor in, bi vê koma çete re hevkariyê dikin."

'ÇETEYÊN DÎFAA EL-WETENÎ BI TALÎMATÊ ÊRIŞ KIR'

Îsa diyar kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi tena serê xwe nikarin vê êrişê pêk bînin û wiha axivî:  "Ferman û talîmata êrişê ji hêzên din girtin. Ez difikirim ku van êrişan di encama lihevkirineke hundirîn û navneteweyî de dest pê kir. Demeke kurt beriya destpêkirina êrişê, Rûsyayê xwe ji Şehbayê vekişand û piştre bi Îranê re ji nû ve bi cih bû. Di vê pêvajoyê de êrişên li dijî Eyn Îsa û qutkirina ava stasyona Elok bi ser Hesekê de, pêk hatin. Ne tesaduf e ku ev êriş di heman demê de çêbûn. Ev êriş ji bere de hatiye plankirin. Armanc dikin ku bi van êrişan aramî û ewlehiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketiye holê, ji holê rakin."

Gêlo Îsa wiha berdewam kir: "Di civîna Astanayê de ev talîmata êrişê dan. Pêşî ji derve ve hewl dan êrişî Rojava bikin. Dema ku bi ser neketin, xwestin ji hundir ve tevliheviyeke navxweyî çêkin. Di mehên dawîn de jî li Hesekê provokasyoneke bi heman rengî rû da. Ev hemû êriş, bi dîtina min bi hev ve girêdayî ne. Cihên ku ev êriş lê pêk hatin, divê bi temamî ji çeteyên wekî Dîfaa El-Wetenî bên paqijkirin."

'LI PIŞT PERDEYAN RÛSYA, ÎRAN Û TIRKIYE HENE'

Gêlo Îsa got Rûsya, Îran û dewleta Tirk ji bo parastina berjewendiyên hikumeta Şamê destekê didin çeteyan û got: “Baş tê zanîn ku Rûsya û Îran çi qas piştgiriya hikumeta Şamê dikin. Dewleta Tirk di van êrişan de çeteyên ku hikumeta Şamê piştgiriya wan dike, diparêze. Di heman demê de li pêşiya demokratîkbûna Sûriyê astengiya herî mezin, dewleta Tirk e."

Gêlo Îsa diyar kir ku Rûsya rêgezên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê û komên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li Himêmîmê beriya mehan nîqaş kirin û wiha pê de çû: "Encama hevdîtinên bi çeteyan re li balafirgeha Himêmîmê, niha pêk tên. Li ser vê yekê li ser hin lihevkirin hene. Dewleta Tirk li dijî projeya Rêveberiya Xweser dixwaze hikumeta Şamê li ser van herêman bibe xwedî kontrol. Li ser vê yekê jî bi giranî li hev kirine. Ev êriş di encama itîfaqa di navbera Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatin."

Gêlo Îsa bal kişand ser kuştina serokeşîran û got: "Êrişeke li dijî pêkvejiyanê ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketiye holê. Li van herêman îro gelek mirov bi aştiyane li kêleka hev dijîn. Dixwazin pêkvejiyana ku li Rojava derketiye holê, têk bibin. Bi van êrişan armanc dikin ku di navbera gelên Kurd û Ereb de aloziyekê çêkin. Ew çete tu carî negihîştin armancên xwe û rabûn serokeşîrek kuşt. Eger îro bi qasî ku dixwazin destwerdan û êrişên bi vî rengî pêk bînin, dê nikarin pêşî li biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jiyana ku gelan bi vîneke hevpar ava kiriye, asteng bikin."

Gêlo Îse destnîşan kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî xwestin tawana kuştina Hayis El-Ciriyan ê ji pêşengên êla Benî Seba ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn bihêlin û got:  "Hayis El Ciriyan ji aliyê çeteyên Dîfaa El Wetenî ve hate kuştin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ev çeteyên Dîfaa El Wetenî yên li taxê asê mane, sivîlan dikin hedef. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina sivîlan li taxên Tay û Hilko, bi cih bûne. Rêveberiya Xweser şerê xwe yê li dijî komên çete didomîne. Ev koma çete li wê herêmê êrişên domdar pêk dianîn, aştiya gel tehdît dikir. Di vî warî de divê çete bi temamî ji van herêman bên derxistin. Ev yek ji bo aştî û pêşvebirina herêmê gelekî girîng e."

Gêlo Îsa di dawiya nirxandina xwe de bang li Koalîsyona Navnetweyî û hêzên li herêmê garantor kir û got: "Divê DYA berpirsyariya xwe ya li vê herêmê bi cih bîne. Ev komên Astanayê, bêaramiya herêmê dixwazin. Divê Amerîka piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re nîşan bide û ji bo derxistina van koman ji herêmê, alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bike. Hikumeta Şamê û hêzên wê armanc dikin ku gelan li vê xakê li hemberî hev rakin. Armanc jê ew e ku sîstema demokratîk a ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye pêşxistin, ji holê were rakirin. Li hemberî van êrişan divê helwesta gel zelal be û li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê xwe bigire."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EGCN7w25Qm8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>