Îxwanên li Lîbyayê êrişî wezîra karên derve kir

Partiya Edalet û Avakirinê ya Îxwanan êrişî wezîra karên derve ya hikumeta Debîba Necla El-Menqûş kir, piştî ku daxwaza derketina çeteyan ji axa Lîbyayê kir.

Îxwanên li Lîbyayê êrişî wezîra karên derve kir
24 nîsan, 2021   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku wezîra karên derve ya Hikumeta Yekitiya Nîştimanî Necla El-Menqûş banga betalkirina peymana bi Tirkiyê re û vekişîna hêzên wê ji Lîbyayê kir, Partiya Edalet û Avakirinê baskê siyasî yê rêxistina Îxwanan a li Lîbyayê, êrişî wê kir. 

Li gorî ajansa Akî ya Îtalyayê, Necla di civînekê li gel Komîteya Kar û Barên Derve ya Parlamentoya Îtalyayê de li Qesra Monte Cittorio, teqez kir ku Lîbya di heman demê de di niyeta xwe de bi israr e. Her wiha bi armanca derxistina hêzên biyanî ji Lîbyayê bang li tevahî dewletan kir ku hevkar bin.

Necla El-Menqûş got: "Ji bo Lîbyayê ev gelekî girîng e. Ji ber ku ewlehiya welatê me bi vekişîna hêzên biyanî ve girêdayî ye."

Piştre serokên Îxwanan û hêzên wê yên li Lîbyayê yên bi navê ‘Burkan El-Xadab’ wek bersiva vê bangê û ji bo parastina hebûna Tirkiyê, seferber bûn.

Partiya Edalet û Avakirinê ya Îxwanan got banga wezîra karên derve ji bo vekişîna hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê "sosret e" û îdia kir ku ev hêz ji bo piştgiriya ewlehiyê û li gorî lihevkirineke fermî ya hevbeş bi dewleta Lîbyayê re li wir in û ne “çete” ne.   

(dx)