Şaredariya Hecînê dest bi sererastkirina kanalîzasyonan kir

Şaredariya Gel a Hecînê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê xwesteka şêniyan û gazincên wan bi cih anî ku hin toreyên kanalîzasyonê li bajêr xirabe ne.

Şaredariya Hecînê dest bi sererastkirina kanalîzasyonan kir
24 nîsan, 2021   06:08
DÊRAZOR

Ji ber girtina toreyên kanalîzasyonê li Hecînê û piştî ku ava hin nuqteyên lêgerînê yên toreyên kanalîzasyonê di ser re çûbûn, her wiha ava kanalîzasyonê gihaşt hin avahiyan bi taybet ên li ser rêya giştî yên di sûka Hecînê ya navendî de û bêhna nexweş belav bû.

Ji bo wê Şaredaeriya Gel dest bi projeya guhertina nêzî 700 metre ji toreyê kir. Her wiha dest bi kolandinê kir da ku cihê xirabbûyî nas bike û sererast bike.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/04/24/045926_bldyh-alshab-fy-mdynh-hjyn-taml-ala-aaadh-tahyl-khtwt-alsrf-alshy-28129.jpg

Tê payîn ku xebatên sererastkirinê 3 rojan dewam bikin. Lê ji ber ku tore bi awayekî mezin xitimîne û jeneratorên derxistina ava kanalîzasyonan xirab bûn, dibe ku ev proje ji wê demê zêdetir, dirêj bike, heta ku av tê kişandin, tore tê zuhakirin û cihên telefbûyî werin dîtin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yiV-A7JkTyo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>