​​​​​​​Dewleta Tirk li ser Zapê êriş da destpêkirin

Dewleta Tirk a dagirker piştî Metîna û Avaşînê êrişa dagirkeriyê li ser Zapê jî da destpêkirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk li ser Zapê êriş da destpêkirin
24 nîsan, 2021   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker zêde dibin. Piştî qadên Metîna û Avaşînê vê sibehê artêşa Tirk a dagirker êrişên dagirkirinê li ser Qela Bêdewê, Şehîd Munzûr, Dola Nêrwe û Kinyanişê yên Zapê da destpêkirin.

Li qadên Metîna û Avaşînê şer berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û ezmanî ve bombebaranê didomîne.