Ji ciwanekî efrînî insiyatîfa 'Biçîne…da ku em taxa xwe xweşik bikin'

Hezkirina Şiyar Henan a ji çandina daran di hundirê dikana xwe de sînordar nema, lê ev hezkirin vegerand karekî rojane ku dest bi insiyatîfa çandina daran li kolanên taxa Şêxmeqsûdê kir.

Ji ciwanekî efrînî insiyatîfa 'Biçîne…da ku em taxa xwe xweşik bikin'
24 nîsan, 2021   04:01
HELEB-ARIF SILÊMAN

Şiyar Henan ji Efrîna dagirkirî ye û ji 14 salan ve xwediyê dikaneke kulîlkan li beşê rojhilatê yê taxa Şêxmeqsûdê ye. Şiyar Henan dar li kolana taxê çandinê û kêfxweşiyekê di çandina daran û dîtina wan ku li pêş mezin dibin de, dibîne.

Henan di Nîsanê de insiyatîfa "Biçîne...da ku em taxa xwe xweşik bikin" da destpêkirin. Armanca wî ji vê insiyatîfê tevahî kolanên taxê bi daran werin arastin.

HÛRGILIYÊN XEBATA WÎ

Henan gelek dar li pêş dikaneke hevalekî xwe ya li taxê çandin, lê piştî şênî û xwediyên dikanan dîtin ku dar cih xweş kiriye, ew jî teşwîq bûn û ji xwest ku daran ji wan re biçîne. Der bare vê yekê de Şiyar Henan dibêje: "Heta roja îro xwediyên dikanan bi min re têkildar in û daran li pêş dikanên xwe diçînin. Ji ber ku xweşikbûnekê dide kolanan, ji xwe şêniyên Efrînê ji vê xwezayê hez dikin."

LÊÇÛNA PROJEYÊ

Têkildarî lêçûna projeyê, Şiyar Henan wiha berdewam kir: "Ev projeya ku min dest pê kiriye ne bazirganî ye. Her wiha her kortek bi pêdiviyên wê yên ji kevrên biçûk, kelpîç, kirîna daran û heqdestê karkeran bi lêçûna 20 hezar lîreya Sûriyê ye."

Şiyar Henan da zanîn ku heta niha 60 dar li kolanên rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê çandine û hîna jî xwediyên dikanan têkildar in da ku daran biçînin.

Şiyar Henan di dawiyê de bang li şêniyan kir ku piştgiriya vê insiyatîfê bikin û di heman demê de bang li xwediyên dikanan kir ku tev li vê insiyatîfê bibin, da ku kolan xweşik û xemilandî bin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yzXkUEp-YGQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>