ꞌRêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor eꞌ

Siyasetmedarên ji kantona Efrînê diyar kir ku êrişa li dijî mala ku rêber Abdullah Ocalan beriya 42 salan lê maye, isbat dike ku dewleta Tirk ji doza gelê Kurd  û fikirê rêber Ocalan ditirse. Siyasetmedaran got: "Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e."

ꞌRêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor eꞌ
24 nîsan, 2021   01:32
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê kir armanc. Rêber Abdullah Ocalan di salên 80`yî de dema ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû li wê malê dima.

Li ser vê mijarê siyasetmendarên ji kantona Efrînê nêrînên xwe parve kirin.

Endamê Rêveber ê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Beyrem got, ev êriş heke nîşaneya tiştekî bike, nîşaneya hişmendiya dewleta Tirk a faşîst e ku dixwaze hemû girêdanên gelê Kurd qut bike.

Mihemed Beyrem da zanîn ku ev êrişa ji aliyê dewleta Tirk ve ne tiştekî nû ye û wiha pê de çû: "Rêber Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye, felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan pêşniyar kiriye, her wiha aştiyê ji tevahiya gelê Sûriyê û hemû civakên li Rojhilata Navîn re dixwaze."

ꞌFOBIYA DEWLETA TIRK JI DOZA KURDÎ Û FELSEFEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN HEYEꞌ

Beyrem ev li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk her tim hewl dide kurdan qir bike, eşkere got; heger malek yan jî konekî kurdî li ser heyvê hebe em ê hilweşînin. Rejîma Tirkiyê naxwaze em wekî gelên cîhanê bi aştî bijîn û li hev bikin, ji lew re heta piştî ku rêbertî dîl girt û xiste girtîgeha Îmraliyê ku 22 sal di ser re derbas bûn jî, dixwaze nuqteyên ku rêbertî tê re derbas bûye yan jî girêdayî wî bin têk bibin, ev jî isbat dike ku fobiya dewleta Tirk ji doza kurdî û fikir û felsefrya rêber Abdullah Ocalan heye."

ꞌCPT LI HEMBERÎ SÛCÊN DEWLETATIRK HELWESTEKE CIDÎ NEGIRTꞌ

Li aliyekî din endamê Rêveber ê Koordînasyona Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kampa Serdemê Ednan Tarî axivî û got tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di heman demê de tecrîda li ser hemû gelê Kurd e û got: "Rêbertî ji bo gel û ji bo heqî û mirovahiyê tê dikoşe."

Ednan Tarî destnîşan kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) li hemberî sûcên rejîma Tirk ên li girtîgeha Îmraliyê tu helwesteke cidî nîşan neda û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bêdengiya CPT'ê îsbat dike ku ew sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan erê dike û piştgiriyê dike. Em azadiyê jê re dixwazin, kesên ku hewl dide ne heqiyê lê bikin ew ên nefilitin, ji ber ku rêbertî ji bo gelê Kurd xeta sor e û em ê heta dawiyê şopdarên fikirê wî bin."

(eh)

ANHA