'Dewleta Tirk sûcên Osmaniyan didomîne'

Ermeniyên Qamişloyê destnîşan kirin ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, berdewama "Qirkirina Ermeniyan" e û gotin: "Ji bo ku sînaryoyên qirkirinan dûbare nebe hevgirtin û xurtkirina berxwedanê pêwîst in."

'Dewleta Tirk sûcên Osmaniyan didomîne'
23 nîsan, 2021   23:41
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Dewleta Tirk hewl dide sînaryoya "Qirkirina Ermeniyan" ku dewleta Osmanî di bihara 1914’an û payîza 1916’an de pêk anîbû, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare bike, nemaze piştî Efrîn di 2018’an de û Serêkaniyê û Girê Spî di 2019’an de dagir kirin.

106 sal di ser "Qirkirina Ermeniyan" re derbas bûn. Di encamê de nêzî milyonek û nîv ermenî bûn qurban û di navbera 1915 û 1917’an de zêdetirî milyonek ermenî jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Piştre bi hezaran jin, zarok û kesên temenmezin di rewşên dijwar de di kampan de dijîn.

Tê gotin ku di van qirkirinan de bi hezaran ermenî di îşkence, lêdan, tecawîzkirina jinan û desteserkirina milkan re derbas bûn.

Di vê çarçoveyê de jina ermenî ya bi navê Sêlvî Başûra got, armanca sereke ya dewleta Osmanî  ji qirkirina ermeniyan ew bû ku bi rêya penaberkirin û parçekirinê wan lawaz bike, da ku valahiyeke olî, çandî û rihê di navbera wan de pêk bîne Her wiha diyar kir ku armanac qirkirina etnîkî bû.

‛DEWLETA TIRK HEWL DIDE SÎNARYOYÊN KEVN ÊN OSMANIYAN DÛBARE BIKE’

Sêlvî Başûra wiha domand: "Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ya 2011’an ve li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bi taybet piştî dagirkirina Efrînê di 2018’an de û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî di 2019’an de, dûbarekirina sînaryoya kevn ên dewleta Osmanî ya li dijî Ermen, Suryan, Keldan û Asur e."

Sêlvî Başûra eşkere kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya ajandeyên xwe pêkhateyên herêmê ji hev bike, destwerdanê li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, da ku dagir bike û xêr û bêrên wê talan bike. Her wiha got, dewleta Tirk siyaseta ku dewleta Osmanî ya têkçûyî pêk dianî, niha li herêmê pêk têne.

Sêlvî Başûra da zanîn ku hêzên cîhanî tu helwesteke cidî der barê sûcên Osmaniyan û dewleta Tirk a nû de nagire, nîşaneya vê yekê jî sûcên li dijî şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî ye ku ji aliyê çeteyên wê ve yên ku fikirê DAIŞ’ê pejirandine, têne kirin .

Sêlvî Başûra diyar kir ku dewleta Tirk qirkirinên ku dewleta Osmanî li dijî Ermen, Suryan, Asur û Keldan pêk anîne, înkar dike weke ku bi milyonan sivîl qetil û serêj nekirine. Her wiha divê dewleta Tirk qirkirina ermenan nas bike û li hember wê yekê berpirsiyar be.

Sêlvî Başûr da zanîn ku pêwîst e hevgirtina di navbera şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xurt bibe û asta berxwedanê li hember siyasetên bidûrxistin û înkarkirinê bilind bibe û got: "Şêniyên herêmê bi berxwedan û girêdana bi xakê ve helwestên xurt li hember van siyasetan nîşan dan û hêzên leşkerî jî hêzbûyîna xwe li beramber parastina herêmê îsbat kir."

Sêlvî Başûr bal kişand li ser rola Rêveberiya Xweser û hêzên ewlehiyê yên bi nûnertiya QSD’ê û wiha pê de çû: "Van hêzêan piştî rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ’ê û têkoşîna li dijî şaneyên veşartî, ewlehî û aramî ava kir û hişt yekitî di navbera pêkhateyan de çêbibe."

Sêlvî Başûra piştrast kir ku rêya yekane ya rêgirtina li pêş dagirkirin û dûbarekirina qirkirinên berê yekitî ye û bang li şêniyên herêmê kir ku pêwîstî bi nivîsandina bûyerên dîrokî û çandî heye, da ku ji nifşên bê re lêvegerek be û fikirên ku hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de geş dike, pêk bînin.

Li aliyekî din jî Sibhî Îlyas ê ji pêkhateya Ermen got, qirkirinên ku Osmaniyan beriya 106'an li dijî ermenan pêk anîbûn niha li dijî pêkhateyên din; Kurd, Suryan, Êzidî, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Îlyas wiha got: "Dewleta Tirk piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, da ku Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk derbe bike û bi wê re xeteriyekê li ser tevahî pêkhateyên herêmê ji Ermen, Kurd û Ereb çêbike."

‛HÊZÊN CÎHANÊ DERFET LI PÊŞ DEWLETA TIRK VEKIR’

Îlyas bi matmayî pirsî gelo çawa dewletek, dewleteke din dagir dike û dewletên cîhanê yên ku banga mirovahî û parastina mirovan dikin, helwesteke cidî der heqê vê yekê de nagirin.

Îlyas bêdengiya hêzên cîhanê û rêxistinên mirovî û hiqûqî têkildarî Qirkirina Ermeniyan û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û wiha pê de çû: "Hêzên cîhanê mecal da dewleta Tirk ji bo ku destwerdanê bike û herêmên me dagir bike."

Îlyas bang li Ermen ên li tevahî cîhanê kir ku hevgirtî bi û di qadên navneteweyî de banga mafên xwe yê çewisandî bikin da ku qirkirinên ku li dijî wan hatine kirin, werin naskirin. Her wiha banga hevgirtin, rêxistinbûyîn û kombûna li derdora rêveberiya xweser li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Pêkhateyê Ermen her sal 24’ê Nîsana qurbaniyên "Qirkirina Ermeniyan" bi bîr tînin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2KWCcLN23Tw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>