ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-04-2021
23 nîsan, 2021   23:00

-Hêzên Ermenî yên di nava QSD'ê de bi boneya salvegera 106'an Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyekê li gundê Til Goran ê Til Temirê didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ermeniyên Qamişloyê destnîşan kirin ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, berdewama "Qirkirina Ermeniyan" e û gotin: "Ji bo ku sînaryoyên qirkirinan dûbare nebe hevgirtin û xurtkirina berxwedanê pêwîst in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên ji kantona Efrînê diyar kir ku êrişa li dijî mala ku rêber Abdullah Ocalan beriya 42 salan lê maye, isbat dike ku dewleta Tirk ji doza gelê Kurd  û fikirê rêber Ocalan ditirse û got, rêber Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê Telal Mihemed got, hikumeta  Şamê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ava kirin da ku wan wekî amûrekî ji bo xirabkirina aramî û ewlehiya herêmê bi kar bînin û ji binpêkirinên wan bêdeng dimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên suryanî bang li civaka navneteweyî kir ku qirkirinên ku Osmaniyan li dijî Suryan û Ermeniyan pêk dianîn nas bikin û got: "Dewleta Tirk a berê û ya niha dewleteke terorîst û şovînîst e, li ku derê be qirkirin û siyaseta tirkkirinê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku bihaya kel û pelan li bazaran bilind e, baxçeyên biçûk ên li malan têne vekirin, hewcedariyên wan ji sebzeyan bi cih dikin û barên debarê jî sivik dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hezkirina Şiyar Henan a ji çandina daran di hundirê dikana xwe de sînordar nema, lê ev hezkirin vegerand karekî rojane ku dest bi insiyatîfa çandina daran li kolanên taxa Şêxmeqsûdê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA